Greta Gerwig bû seroka jurîyê ya 77emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê

Greta Gerwig arrives at a photo call for “Barbie,” Sunday, June 25, 2023, at the Four Seasons Hotel in Los Angeles. (Photo by Jordan Strauss/Invision/AP)

77emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê dê di 14ê Gulana 2024ê de dest pê bike û dê heta 25ê Gulanê bidome. Hate ragihandin ku derhêner û lîstikvana navdar Greta Gerwig bû seroka jurîyê ya festîvalê. Fîlmê Greta Gerwigê yê “Barbie” di 9 beşan de ji bo Xelatên Gilovera Zêrîn weke berendam hate nîşandayîn, tê texminkirin ku fîlmê wê dê di gelek beşan de ji bo Xelatên Akademîyê (Oscar) jî bibe berendam û li sînemayên seranserê cîhanê 1,4 mîlyar dolar qezenc kir.

Festîvala Fîlman a Cannesê di sala 2024ê de cara 77emîn derdikeve li pêşberî sînemahezan. Seroka Cannesê Iris Knobloch û nûnerê giştî Thierry Frémaux ragihandin ku derhênera navdar Greta Gerwig weke seroka jurîyê ya festîvalê hate hilbijartin.

Lîstikvana navdar Olivia de Havilland di sala 1965ê de, lîstikvana navdar Sophia Loren di 1966ê de, derhênera navdar Jane Campion di 2014ê de bûbûn serokên jurîyê yên Cannesê. Greta Gerwig, di heman demê de yekem derhênera jin a Amerîkî ye ku li Festîvala Fîlman a Cannesê weke seroka jurîyê hatîye hilbijartin.

Greta Gerwig di gelek fîlman de weke lîstikvan cî girtin, fîlmên xwe xwe yên “Nights and Weekends” (ligel Joe Swanberg), “Little Women”, “Lady Bird” kêşandin. Fîlmê senarîst, lîstikvan û derhênera navdar Gerwigê yê “Lady Bird” (2017) di 5 beşan de ji bo Xelatên Akademîyê weke berendam hate nîşandayîn. Fîlmê wê yê “Little Women” (2019) jî di 5 beşan de ji bo Xelatên Akademîyê weke berendam hate nîşandayîn û xelata ‘Sêwirana Kostûman a Herî Serketî’ girt.

Çavkanî: Film Hafızası

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.co

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir