Haluk Bîlgîner li Emmy’ê xelata Lîstikvanê Herî Serketî girt

47’emîn Xelatên Emmyê yên Navneteweyî li New Yorka Amerîkayê hate li darxistin û xelatgirên Emmy’ê diyar bûn. Lîstikvanê navdar Haluk Bîlgîner, bi rola xwe ya di “Agah Beyoglu” de (Rêzefîlmê “Şahsiyet”) di beşa dramayê de xelata Lîstikvanê Herî Serketî girt.

Xelatên Emmyê yên Navneteweyî îsal cara 47emîn li DYA’yê hate li darxistin û îsal ji 21 dewletên cîhanê 44 fîlm di 11 beşan de ketin pêşbaziyê. Lîstikvanê navdar Haluk Bîlgîner bi rola xwe ya di rêzefîlmê “Şahsiyet”ê (Puhu TV) de, Xelata Lîstikvanê Herî Serketî wergirt. Haluk Bîlgîner di heman demê de, yekem lîstikvan e ku ji Tirkiyeyê di Xelatên Emmy’ê de hatiye xelatkirin.

Lîstikvan û derhênerê şanoyê yê navdar Haluk Bîlgîner bi fîlmên xwe yên wekî; “Masûmîyet” (1997), “Harem Sûare” (1999), “Fîller ve Çîmen” (2000), “Neredesîn Fîrûze ?” (2004), “Hacîvat ve Karagoz Neden Olduruldu” (2006), “Kiş Uykusu” (2014), “Nûh Tepesi” (2019), ve tê naskirin ku di gelek fîlmên Amerîkayê û rêzefîlman de lîstine û lîstikên şanoyê wergerandine.

Di beşa komedîyê de, Phoebe Waller-Bridg û Bill Hader Xelata Lîstikvana Herî Serketî girtin.

Xelatên Emmy yên Navneteweyî ji aliyê Akademiya Zanist û Hunerê ya Televîzyonan a Navneteweyî ve, her sal ji bo hilbijartina fîlmên televîzyonê yên herî serketî tê li darxistin.

Lîsteya 47’emîn Xelatên Emmy yên Navneteweyî:

Lîstikvana Herî Serketî: Marina Gera “Eternal Winter”

Lîstikvanê Herî Serketî: Haluk Bîlgîner “Şahsiyet” (Persona)

Rêzefîlmê Dramê: McMafia

Fîlm/Rêzefîlmê Biçûk: Safe Harbour (Matchbox Pictures)

Rêzefîlmê Demkurt: Hack The City (“Fox Lab-Yourmama)

Bernameya Hunerê: Dance or Die

Bernameya Şahînî ya Bêsenaryo: The Real Full Monty: Ladies Night

Komedî: Especial de Natal Porta dos Fundos (The Last Hangover)

Belgefîlm: Bellingcat – Truth in a Post-Truth World

TV Melodram: La Reina del Flow “The Queen of Flow”

Berhema Huner: Dance or Die “Withfilm”

Performansa Lîstikvana Herî Serketî: “Szupermodern Studio”

Berhema Ne Îngîlîzî: Falco “Spiral International-Red Arrow Studios International-Dynamo”

Şahîniya Ji Derveyî Senaryoyê: The Real Full Monty: Ladies’ Night “Spun Gold TV-ITV”

Telenovela: La Reina del Flow (Teleset-Caracol Television)

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir