Haluk Bîlgîner li Emmy’ê xelata Lîstikvanê Herî Serketî wergirt

47’emîn Xelatên Emmy yên Navneteweyî li New Yorka Amerîkayê hate li darxistin û xelatgirên Emmy’ê diyarbûn. Lîstikvanê navdar Haluk Bîlgîner, bi rola xwe yê “Agah Beyoglu” ku di rêzefîlmê “Şahsiyet”ê de leyistibû, di warê dramayê de Xelata Lîstikvanê Herî Serketî wergirt.

Xelatên Emmy yên Navneteweyî îsal 47 car e li DYA’yê hate li darxistin û îsal ji 21 dewletan 44 berendam di 11 warê de ketin pêşbaziyê. Lîstikvanê navdar Haluk Bîlgîner bi rola xwe yê di rêzefîlmê “Şahsiyet”ê (Puhu TV) de leyistibû, Xelata Lîstikvanê Herî Serketî wergirt. Haluk Bîlgîner di heman demê de, ji Tirkiyeyê yekem lîstikvan e ku di xelatên Emmy’ê de hatiye xelatkirin. Haluk Bîlgîner, di şeva merasîmê de got; “Tiştek hûn jê hez bikin û bi hezkirin çêbikin di qada navneteweyî de jî bê qebûlkirin û bê xelat kirin dibe hestek dilşad. Ez gelek dilşad im.” (Wergêr: Diyarname.com)

Lîstikvan û derhênerê şanoyê yê navdar Haluk Bîlgîner bi fîlmên xwe yên wekî; “Masûmîyet” (1997), “Harem Sûare” (1999), “Fîller ve Çîmen” (2000), “Neredesîn Fîrûze ?” (2004), “Hacîvat ve Karagoz Neden Olduruldu” (2006), “Kiş Uykusu” (2014), “Nûh Tepesi” (2019), ve tê naskirin û di gelek fîlmên Amerîkayê û rêzefîlman de leyîstine û lîstikên şanoyê wergerandine.

Di warî/ê komedî de, Phoebe Waller-Bridg û Bill Hader Xelata Lîstikvana Herî Serketî wergirtin.

Xelatên Emmy yên Navneteweyî ji aliyê
Akademiya Zanist û Hunerê ya Televîzyonan a Navneteweyî ve, her sal ji bo hilbijartina fîlmên televîzyonê yên herî serketî têne li darxistin.

Lîsteya 47’emîn Xelatên Emmy yên Navneteweyî:

Lîstikvana Herî Serketî: Marina Gera “Eternal Winter”

Lîstikvanê Herî Serketî: Haluk Bîlgîner “Şahsiyet” (Persona)

Rêzefîlmê Dramê: McMafia

Fîlm/Rêzefîlmê Biçûk: Safe Harbour (Matchbox Pictures)

Rêzefîlmê Demkurt: Hack The City (“Fox Lab-Yourmama)

Bernameya Hunerê: Dance or Die

Bernameya Şahînî ya Bêsenaryo: The Real Full Monty: Ladies Night

Komedî: Especial de Natal Porta dos Fundos (The Last Hangover)

Belgefîlm: Bellingcat – Truth in a Post-Truth World

TV Melodram: La Reina del Flow “The Queen of Flow”

Berhema Huner: Dance or Die “Withfilm”

Performansa Lîstikvana Herî Serketî: “Szupermodern Studio”

Berhema Ne Îngîlîzî: Falco “Spiral International-Red Arrow Studios International-Dynamo”

Şahîniya Ji Derveyî Senaryoyê: The Real Full Monty: Ladies’ Night “Spun Gold TV-ITV”

Telenovela: La Reina del Flow (Teleset-Caracol Television)

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: