“Harry Potter” dibe rêzefîlm
Platforma dîjîtal a fîlm û rêzefîman HBO Max û pargîdanîya fîlman a Warner Brosê ji bo projeya rêzefîlmê Harry Potterê ligel nivîskara rêzeromanên Harry Potterê J.K Rowling re hin hevdîtîn pêk anîne. Hate ragihandin ku dê di demeke nêz de projeya rêzefîlmê bê pejirandin.
Rêzepirtûkên Harry Potterê ji alîyê wêjekara navdar a Amerîkayî J.K Rowling ve bi îngilîzî hatin nivîsandin û heta niha bi dehan zimanên cîhanê wergerandine. Rêzeroman ji bo hunera sînemayê çend caran weke fîlm hatin kêşandin ku niha jî dê weke rêzefîlm derbikeve li pêşberî temaşevanan. Rêzefîlm dê bi çêkerîya Warner Bros Televisionê ve bê kêşandin û her sezona rêzefîlmê li ser romaneke rêzeya Harry Potterê disekine.
Di heman demê de hemû fîlmên rêzeya Harry Potterê bi çêkerîya Warner Brosê hatibûn kêşandin û filmen Harry Potterê heta niha li gîşeyên seranserê cîhanê ji zêdetirî 7,7 milyar dolar qezenc kirin.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com