“Hatiye Dîtin” li Festîvala Fîlman a Duhokê du xelat wergirtin
Yekem metraj dirêj ê Derhênerê Kurd Serhat Karaaslan’ê, fîlmê “Hatiye Dîtin” (Görülmüştür) di 7’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Duhokê de Xelatên “Derhênerê Herî Serketî” û “Senaryoya Herî Serketî” wergirtin.
Fîlmê “Hatiye Dîtin” dê di 20’ê Îlonê de bikeve vîzyonê û îşev di seat 19:00an de li Sînemaya Beyogluyê dê bê nîşandayîn.
Derhêner û Senarîstê ciwan Serhat Karaaslan bi kurtefîlmên xwe yên wekî; Araf – 2009, Beş Lira – 2009, Bisqilet (Bisiklet) 2010, Xwin (Kan) 2010, Musa – 2012, “Berfeşir” (Dondurma / Ice Ccream) – 2014, ve tê naskirin û fîlmên wî di bernameyên gelek festîvalên fîlman de hatin nîşandan û xelatan wergirtin
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com