“Heft Senfonîyên Zagrosê” li Festîvala Kurtefîlman a Dostanî ya Kizilayê xelat girt
5emîn Festîvala Kurtefîlman a Dostanî ya Kizilayê di rojên 22-25ê Berfanbara 2022yê de hate lidarxistin ku xelatên festîvalê jî diyar bûn. Kurtebelgefîlma derhênerê kurd Perwîz Rostemî ya “Heft Senfonîyên Zagrosê” xelata ‘Nerîna Mirovî ya Kizilayê’ girt.
Festîvala Kurtefîlman a Dostanî ya Kizilayê cara pêncemîn derket li pêşberî temaşevanên sînemayê, ji 27 welatên cîhanê 48 kurtefîlm û 16 belgefîlm di çarçoveya festîvalê de hatin nîşandayîn. Xelatên festîvalê bi merasimek li Sînemaya Atlas 1948ê hate eşkerekirin. Derhênera Şîlîyî Katerina Harder bi fîlmê “Estrellas del desierto” û derhênerê tirk Kasim Ordek bi fîlmê “Birlikte, Yalnız” ve xelata ‘Fîlmê Herî Serketî’ girtin. Kurtebelgefîlma derhênerê kurd Perwîz Rostemî ya “Heft Senfonîyên Zagrosê” xelata ‘Nerîna Mirovî ya Kizilayê’ girt. Îsal derhêner Ebrû Ceylan seroka jurîyê bû û ji 10 welatên cîhanê 14 kurtefîlm di beşên “Panorama” û “40 Yillik Hatir” de ketin pêşbazîyê.
Bernameya festîvalê ji aliyê Heyva Sor a Tirk ve, bi piştgirîya Wezareta Çand û Tûrîzmê û Gerînendetiya Giştî ya Sînemayê û Halk Bankê tê lidarxistin.
Xelatên 5emîn Festîvala Kurtefîlman a Dostanî ya Kizilayê:
Xelata Fîlmê Herî Serketî: “Estrellas del desierto” / Derhêner: Katerina Harder. “Birlikte, Yalnız” / Derhêner: Kasim Ordek
Xelata Nerîna Mirovî: “Seven Symphonies of Zagros” / Derhêner: Perwîz Rostemî
Xelata Mansîyonê: “Vraj” / Derhêner: Agnieszka Nowosielska
Xelata Dostanî ya Neşet Ertaşî: “Îstanbûl, Îstanbûl” / Derhêner: Demîr Ozcan
Xelata Jurîyê ya Taybet: “End of September” / Derhêner: Valentina Casadei
Xelatên Rûmetê: Ayla Algan û Yûsûf Sezgîn
Xelata Post Produksiyona Fono Filmê: “Babamin Oldugu Gun” / Derhêner: Emre Sefer
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com