Hefteya Fîlmên Rûs dest pê dike

“Hefteya Fîlmên Rûs” di dîroka 16’ê meha Cotmehê de li Stenbolê dest pê dike û dê di çarçoveya hefteyê de 7 fîlmên Rûsî bêne nîşandayîn.

Li gorî nûçeya ku di Gazete Duvar’ê de cih digire, li Stenbolê di 16’ê Cotmehê de “Hefteya Fîlmên Rûs” dest pê dike.

Çalakiya “Hefteya Fîlmên Rûs” bi alîkariya Wezerata Çandayê Rûsyayê ve di çarçoveya sala Çand û Tûrîzmê ya Rûsya-Tirkiyeyê de tê li darxistin. Hefteya Fîlmên Rûs, ji hesabê Facebookê yê Serekkonsûlî yê Rûsyayê hate ragihandin û li Sînemaya Grand Perayê û Sînemaya Kadikoyê dê heta 22’yê meha Cotmehê bidome.

Ji bo agahî:

https://m.facebook.com/istanbulmid/photos/a.861873910642128/1352170751612439/?type=3&refsrc=http%3A%2F%2Fwww.gazeteduvar.com.tr%2Fsinema%2F2019%2F10%2F03%2Frusya-filmleri-haftasi-basliyor%2F

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir