“Hefteya Sînemaya Fransiz” destpê kir
Institut Français de Turquie, di navbera mehên Pûşber û Îlonê de li bajarên Amed, Bûrsa, Çanakkale, Enqere, Foça, Îzmîrê û Stenbolê bernameya “Hefteya Sînemaya Fransiz”ê li dar dixe. Nîşandanên fîlman di 20ê mehê de li Navenda Çanda Kirkayakê ya Dîlokê destpê kir û dê heta dîroka 24ê Pûşberê bidome.
Institut Français, di mehên havînê de bernameya “Hefteya Sînemaya Fransiz”ê li dar dixe ku tê de 5 fîlmên metrajdirêj ên Sînemaya Fransayê cih digirin. Hefteya fîlman li Dîlokê destpê kir ku her roj fîlmekî derdikeve li pêşberî temaşevanên sînemayê, û fîlmên fransiz di meha Îlonê de li Mordem Sanat û Wêjegeh a Amedê bêne nîşandayîn.
Vaye fîlmên “Hefteya Sînemaya Fransiz”ê: Adieu les cons (Xelata Césarê, Derhêner: Albert Dupontel, 2020), Rouge (Derhêner: Farid Bentoumi, 2020) Bik Eneich: Un fils (Derhêner: Medhi M. Barsaoui, 2019), Petit vampire(Joann Sfar, 2020) û (Derhêner: Philippe Béziat, 2020).
Herwiha Institut Français de Turquie ragihand ku hemû sazîyên sîvîl û rêveberîyên xwecihî yên xwedîyê salonên sînemayê û projeksîyonê ne dikarin di bernameya “Hefteya Sînemaya Fransiz”ê de cih bigirin.
Bernameya “Hefteya Sînemaya Fransiz”ê:
Roja yekem: Indes galantes (Der: Philippe Béziat)
Roja duyem: Adieu les cons (Der: Albert Dupontel)
Roja sêyem: Rouge (Der: Farid Bentoumi)
Roja çarem: Bik Eneich: Un fils (Der: Medhi M. Barsaoui)
Roja pêncem: Petit vampire (Der: Joann Sfar)
Salnameya bernameyê:
Pûşbera 2022yê
Navenda Çanda Kirkayakê ya Dîlokê
Antalya Kültür Sanat – Mala Kaleîçî ya AKSyê
Tîrmeha 2022yê
Enqere, CerModern
Gelawêja 2022yê
Foça Film Days & Şaredarîya Foçayê – Keleha Beş Kapilar a Foçayê
Îlona 2022yê
Çanakkale Bienali & Mahal Sanat Mekânı
Amed, Mordem Sanat & Wêjegeh
Çavkanî: Altyazı
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com