Hejmara 10’emîn a Kovara Dilop’ê derket

Kovara du mehane Dilop bi hejmara xwe ya 10’an derket li pêşberî xwendevanên xwe. Kovarê dosyayeke fireh li ser Celîlê Celîl amade kiriye. 

Kovara Dilopê ku bi kurdî û tirkî weşana xwe didomîne ku hejmara xwe ya rezber-kewçêrê weşandiye. Kovara ku di her hejmarê de dosyayek amade kiriye û di vê hejmarê de ligel berhevkar û lêkolîner Celîlê Celîl hevpeyvînek kiriye. Di hevpeyvînê de 14 nivîskarên kurd ên wekî Îlhamî Sîdar, Samî Tan, Receb Dildar, Şeyhmus Diken, Omer Dilsoz, Mem Bawer, Îrfan Amîda, Zulkuf Ergun, Îsmaîl Dîndar, Fewzî Bîlge, Zeyneb Yaş, Gulîzer, Sîdar Ozmen, Ulku Bîngol pirs ji Celîl kirine û wî jî bersiv daye. Bi vî awayî hevpeyvînek rengîn, piralî derketiye holê.

Ji bilî hevpeyvînê, Îlhamî Sîdar nivîseke bi sernavê “Dîrokek dijî, darek çandê Celîlê Celîl” nivîsandiye.

Di vê hejmara kovarê de Kejê Bêmal ligel Ali Fikrî Işik li ser pirtûka wî ya li ser Amed Sporê hevpeyvînek bi tirkî kiriye. Ligel nivîskarên kurd Receb Dildar û Amed Tîgrîs du hevpeyvînên cuda hatiye kirin û qala Hesê Karazî ve Fehmiyê Bîlalî kirine.

Miradê Miradan nivîseke bi navê “Li Ser Sînemaya Kurdî” amade kiriye. Di beşa yekem a nivîsê de ji dîroka sînemaya Kurdî hin mînak dane û li ser hin fîlman nivîsîye.

Evîn Şikakî li ser Rewşen Bedirxan nivîsa xwe amade kiriye. Bedirxan weke “Yekemîn jina kurd a ku bi Kurdiya latînî nivîsiye” tê naskirin.

Di dawiya kovarê de Enver Ozkahraman jî fotoyek pêşkêş kiriye û li ser wê nivîsiye.

Her wiha nivîskarên wekî Necmiye Alpay, Eyşana Beravî, Sezai Sarioglu, Huseyîn Çaglayan,  Gokçer Tahincioglu, Arzu Yilmaz, Tahir Şilkan, Firat Cewerî, Elif Sezer, Mehmet Oncu bi nivîsên xwe, û nivîskar û helbestvanên wekî Selîm Temo, Miradê Miradan, Salihê Kevirbirî, Muslum Aslan, Bextiyar Elî jî bi helbestên xwe di kovarê de cih girtine.

Ji bo têkilî:

dilopdergisi@gmail.com

Çavkanî: www.Diyarname.com

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir