Hejmara 40’emîn a Kovara “Kürt Tarihi” derket
Hejmara 40’emîn a Kovara “Kürt Tarihi” bi mijara dosyeya “Sînemaya Kurdî” derket li pêşberî xwendevanên xwe.
Kovara “Kürt Tarihi” di her hejmareke xwe de li ser mijareke cuda û nû disekine, û nivîs û gotarên ku di derbarê gelek mijaran de hatine amadekirin diweşîne.
Di hejmara nû ya “Kürt Tarihi” de mijara dosyayê “Sînemaya Kurdî” ye. Bahar Şîmşek, li ser “Sînemaya Kurdî” dosyeyeke berfireh amadekiriye. Artsvin Bakhchinyan ji bo hejmara nû nivîseke bi sernavê “Sovyet Ermeni Filmlerinde Kürtler” (Kurd di Fîlmên Ermenistana Sovyetê de) nivîsiye û nivîsa wî di van fîlman de temsîla Kurdan vedikole. Yosef Abbasî li ser temsîla Kurdan a Sînemaya Îranê de nivîsek amadekiriye. Di hejmara nû de Mehmet Aktaş nivîseke bi navê “Kürt Sineması Üzerine Bir Film”(Fîlmekî Li Ser Sînemaya Kurdî” nivîsiye ku tê de qala çîroka fîlmê “Bîranînên li Ser Kevirî” yê derhênerê navdar ê kurd Hiner Saleemî dike.
Hamit Bozarslan jî nivîseke kurt a bi sernavê “Marjinallik, İdeoloji ve Sanat: Yılmaz Güney Üzerine” (Marjînalî, Bîrdozî û Huner: Li Ser Yilmaz Guneyî” amade kiriye û di nivîsa xwe de, fîlmên derhênerê mezin ê kurd Yilmaz Guneyî li ser sê kategoriyan; Yên hatine marjînal kirin, Kurd û Jin, vedikole. Lîstikvanê navdar ê kurd Nazmî Kirik nivîseke bi navê “Kürd Sineması: Şal û Şûtik” (Sînemaya Kurdî: Şal û Şûtik) nivîsiye ku tê de him qala serpêhatiya xwe ya sînemayê dike û him jî li ser Sînemaya Kurdî ya ku di salên 1990’an de li NÇMyê bi pêş ketiye disekine. Di vê hejmarê de Ahmet Guratayî bi derhênerê xelatgir ê kurd Alî Kemal Çinar re li ser pêvajoya sînemaya wî hevpeyvînek kiriye. Can Candan jî nivîseke li ser dîroka geşedana Sînemaya Belgefîlman a Kurdî ya ku li NÇMyê (Navenda Çanda Mezopotamyayê) bi pêş ketiye, nivîsîye.
Di mijara dosyeya “Sînemaya Kurdî de”; du nivîsên bi navê “Sînemaya Kurdî ya qedim çi ye” (Kadim, “Kürt Sineması nedir”) û “Kîjan fîlman di nava Sînemaya Kurdî de cih digirin” (Hangi filmler Kürt sineması içinde yer alır) hene. Nivîsên; “Kürt Sinemasını Tanımlamak” ya Ozgur Çîçekî û “Bir Söylem Janrı Olarak Kürt Sineması” ya Suncem Koçerê ku yekem car bi îngilîzî hatibû weşandin, cih digirin. Ji bilî dosyayê nivîseke dî ji aliyê Seid Verojî ve li ser serokê şaxa Komeleya Bilindbûna Kurd ya Xarpêtê (Elazîz) û xwedîyê kovara Sedayê yê M.Cevdet Karlıdagî hatiye nivîsandin.
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com