Hejmara 4emîn a Kovara “Bar”ê hate weşandin

Hejmara nû ya kovara bi kurdî “Bar”ê piştî navberekê 3 salan bi formata pdfyê û bi bergê helbestvanê navdar Stephane Craneyê hate weşandin. Di hejmara 4’emîn a kovarê de Micahîd Işikogluyî li ser fîlmê “Dogvîlle” nivîsandiye.

Kovarê di sala 2016’ê de dest bi weşanê kiribû û helbest, çîrok û werger û nivîsên wêjeyî diweşîne. Kovarê piştî navbereke 3 salan bi hejmara xwe ya nû û bi formata pdfyê derket. Di hejmara nû ya kovarê de nivîseke bi navê “Dogvîlle: Tolhilanîna Bexşandinê” ya Micahîd Işikogluyî ku li ser fîlmê “Dogvîlle” (2003) ya Lars von Trierî hatiye nivîsandin jî cih digire û di pêşberga kovarê de wêneyê helbestvanê navdar Stephane Craneyê heye.

Di pêşbergê hejmara nû ya kovara “Bar”ê de wêneyê helbestvanê navdar ê cîhanê Stephane Crane heye û di rûpelên kovarê de; çîrok, helbest, werger û nivîsên wêjeyî yên bi navê “Kûçikekî Qehwetarî” (Stephan Crane), “Diwazdeh Çira ji Granadayê re” (Adonîs), “Birayên Bêpar, Keçên Stûxwar” (Mem Arîn), “Jankuj 100 Mg. 10” (Şêxmûs Kurt), “Pîrebokên Qubalekan” – II (Mehmet Emîn Cîrîk), “Xatirxwestin” (Emerîkê Sidîqayê), “Helbestkar Qers” (Kawa Nemir), “Koçer Bîrkar ji bo ciwanên kurd dibêje: Herçendî welatek we tine be jî bila armancek we hebe û Li pey wê biçin” (Hevpeyvîn: Sara Ogurlu, Mamo Îssa, Bilal Ata Aktas), “Nûcan”, (Dewrêş Sancar), “Min Tu Doh Dîtî Tu Dimirî” (Menahîl Sehew), “Qeretî” (Mustafa Çelebî), “Hevok – 1”, (Baha Akhan), “Malêk Le Aw” (Şêrzad Hesen), “Stranek ji bo Jinên Bêtiving” (Simeya), “Sedsal” (Rehmî Kurdziman), “Dogvîlle: Tolhilanîna Bexşandinê” (Micahîd Işikoglu), “Biçim Kû Derê? Pirtûkxaneya Bajêr a li Stuttgartê” (Yusiv Hemed), “Tê Bîra Min”, “Li Çi Guhdarî Bikim?”, “Ev kî ye?” cih digirin.

Edîtorê giştî yê berê yê kovara “Bar”ê Bilal Ata Aktaş bû û di lijneya weşanê de Daskan Dibbo, Micahîd Işikoglu, Simeya, Tofan Sunbul, Yehya Omerî, Bilal Ata Aktaş cih digirin. Edîtorê giştî yê hejmara nû yê kovara “Bar”ê Yehya Omerî ye û di lijneya weşanê de jî Simeya, Emerîkê Sidîqayê, Miradê Miradan, Welat Ramînazad, Ferec Koyîstanî, Rêbîn Mihemed, Îbrahîm Şadman, Yehya Omerî cih digirin.

Logoya Bar’ê Qerbelek sêwirandiye û sererastkirina nivîsan Ronî Bedirxan amadekiriye. Sêwirandina kovarê jî ji aliyê Şemal Medya’yê hatiye çêkirin. Di nivîsên ji edîtorê berê û ji edîtorê nû yên kovarê de hat ragihandin ku kovarê li ber gunderînekê ye û ev hejmarê dê bibe hejmara dawî ya kovara berê.

Lînka hejmara nû ya Kovara Bar’ê

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir