Hejmara 6’emîn a Fanzîna “Flashhilat”ê derket!
Fanzîna “Flashhilat”ê bi hejmara xwe ya nû (Tîrmehê) ve derket û li pêşberî xwendevanên xwe.
Di rûpelên fanzîna bi Kurdî “Flashhilat”ê de nivîsên li ser wêneyan hatine nivîsandin cih digirin û her meh, bi dirûşmê “fanzîna ji fotografîyê dinizile’ ve derdikeve.
Fanzîna Flashhilat ji nivîskarên xwe ve bo nivîs û fotografan heqê telîfê jî dide. Bergê her hejmara fanzînê bi rengekî cuda derdikeve.
Ji Medyaya Cîvakî ya Fanzîna Flashhilatê:
“Hejmara şeşan a flashhilatê, ku bi mottoya ‘’fanzîna ji fotografîyê dinizile’’ derdikeve, belav bû. Di hejmara Tîrmehê de, Fatîh Aydin, beşeke ‘’Kurtedîroka Fotografîyê’’ ya Walter Benjamin wergerandîye Kurmancî û ew bi navê ‘’Sira Bayekî Nû’’ hatiye weşandin. Di ‘’Kûçenûçe’’yê de biryara Instagramê ya ser veşartina hejmara ecibandinan heye. flashhilatê, vê mehê bi Erhan Sunar re li ser Diğer Yarısı Fotoğrafçının El Kitabı hevpeyvînek kiriye. Firat Keklîk, bi nivîsa ‘’Evîna Metalîk’’ bal kişandiye ser eşqa wî ya bo otobusekê. Di berga paşî de fotografekî İbrahim Başboğa heye. flashhilat, ku bi edîtorîya Omer Faruk Baran her meh derdikeve, bo nivîs û fotografan heqê telîfê jî dide.”
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com