Hejmara 6’emîn a Kovara “Kund” derket

Hejmara 6’emîn a kovara kitêb, huner û çanda bi kurdî “Kund” bi dosyeya wergerê kurd Ciwanmerd Kulek re derket. Di hejmara nû ya kovarê de, sê nivîsên sînemayê ku bi sernavên “Sînemaya Bernardo Bertolucci”, “Li ser sînemaya Aram Dildar” û “Deh Fermanên Xwedê û Dekalogên Kieslowski” ve hatine amadekirin jî cih digirin.

Hejmara nû ya kovara “Kund” bi mijara dosyeya werger û nivîskarê kurd ‘Ciwanmerd Kulek’ re derket. Di hejmara 6’emîn a kovarê de, di beşa sînemayê de sê nivîsên ku li ser sînemayê hatine nivîsandin ên “Sînemaya Bernardo Bertolucci” (Pinar Yildiz), “Li ser sînemaya Aram Dildar” (Mistefa Doğan) û “Deh Fermanên Xwedê û Dekalogên Kieslowski” (Miradê Miradan), cih digirin.

Kovar “Kund” nivîs, hevpeyivîn û gotarên ku li ser kitêb, huner û çandê yên bi Kurdî hatine amedekirin, diweşîne. Hejmarên din ên kovara ‘Kund’ê bi mijarên dosyeyên; “Baxtiyar Elî”, “Berken Bereh” û “Ferhat Pîrbal”, “Celadet Alî Bedirxan” û “Fatma Savci” ve derketin.

Nûçe – Sînemaya Serbixwe www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: