Hejmara 7emîn a “Kürd Araştırmaları” weke pdf jî hate weşandin

Hemû nivîs, gotar û hevpeyvînên hejmara 7emîn (Zivistan-Bihar) a “Kürd Araştırmaları” di destpêka meha Avrêlê de li ser malpera Kürd Araştırmaları hatibûn weşandin ku mijara dosyeyê ya hejmara nû “Sînemaya Kurdî” ye. Hejmara 7emîn weke formata pdf/e-kovar jî hate amadekirin û weşandin.

Di rûpelên hejmara nû ya “Kürd Araştırmaları”yê de nivîs, gotar û hevpeyvînên bi Kurdî û bi Tirkî yên ku li ser “Sînemaya Kurdî” hatine nivîsin cih digirin. Di vê hejmara nû de, hevpeyvîna dawî ya derhêner, senarîst, lîstikvan û wêjekarê nemir ê kurd Yilmaz Guneyî jî hate weşandin ku ji aliyê Nurdan Şarman ve ji bo Tirkî hatiye wergerandin. Hevpeyvîn, ji aliyê rojnameger, gotindanêr û wênekera (îllustrator) Îngilistanê Alfreda Benge ve hatibû amadekirin û di sala 1985ê de di kovara Race&Classê de weşandibûn.

Hejmara nû ya kovarê bi edîtoriya Engîn Sustam, Ramazan Kaya, Mihemed Şarman ve hatiye amadekirin û piştî malperê weke pdf jî gihîşt ber destê xwînerên xwe.

Ji bo hejmara nû ya “Kürd Araştırmaları”

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: