Hejmara 8. ya kovara Temaşeyê hate weşandin
E-kovara hunerî ya sînemayê “Temaşe” her demsal carekê bi zaravayên Kurdî yên Kurmancî, Zazakî û Soranî tê weşandin ku hejmara 8emîn ya kovarê bi bergê fîlmê “Cîran” (derhêner: Mano Xelîl) gihîşt li ber destê xwînerên xwe. Kovarê di rûpelên xwe de; nivîs, gotar, hevpeyvîn, naverokên cuda yên li ser sînemaya cîhanê û li ser sînemaya kurdî hatine nivîsandin diweşîne û di jimara nû de jî gelek nivîsên sînemayê, danasîna fîlman û beşeke li ser termên sînemayê cî digirin. Hejmara nû ya kovarê bi edîtorîya Mehmûd Beyto û Cîhan Ulus ve hate weşandin.
Sebahattîn Şen di rûpelên hejmara nû de nivîseke di der barê fîlmê Lutfî İrdemî yê “Pîrebok”ê de nivîsîye. Canan Yalçin bi nerîneke psîkanalîtîk fîlmê “La Pianiste”yê dinirxîne. Nûser Hozan ji bo vê hejmarê nivîseke bi navê “Hunermendîya Yilmaz Guneyî” amade kiriye, Mahmûd Beyto di nivîsa xwe de li ser mînîmalîzm û sînemayê disekine. Aynûr Çîle li ser fîlmê Ingmar Bergmanî yê “The Touch”, Murad Bedirxan Sadak di der barê kurtefîlmê Yakûp Tekîntangaçî yê “Azad” de, Ayşe Saltikalp li ser fîlmê Abbas Kîarostemî yê “Copie Conforme” nivîsîne.
Fatîh Duman bi nivîsa xwe ya li ser fîlmê Orhan Eskikoy û Zeynel Doganî yê “Dengê Bavê Min”, Welat Ramînazad bi nivîsa xwe ya di der barê fîlmê Mano Xelîlî yê “Cîran” de, Mutlu Can bi nivîsa xwe ya li ser fîlmên sînemaya Robert Bressonî, Welat Ramînazad bi nivîsa xwe ya der heqê fîlmê Eom Yu-nayî yê “Mal-Mo-E”yê di hejmara 8emîn a kovara Temaşeyê de cî girtine. Jaro ji bo hejmara nû bi sernavê “Fîlmên Temaşayê” şeş fîlmên sînemayê dide naskirin. Herwiha beşeke bi navê “Termên Sînemayê • Termê Sînema” jî bo sînemahezan di hejmara nû de hatiye amadekirin.
Ji bo hejmara nû ya kovara Temaşeyê:
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com