Hejmara çarem a e-kovara Sînemaya Serbixwe” derket

Hejmara nû ya e-kovara bi kurdî ya “Sînemaya Serbixwe” derket li pêşberî xwînerên xwe. Di hejmara 4emîn a kovarê de de dîsa nivîs û gotarên balkêş cih digire. E-kovara “Sînemaya Serbixwe” salê du caran derdikeve, û nivîs, gotar, hevpeyvîn û naverokên ku li ser sînema û çand-hunerê hatine amadekirin, diweşîne.

Lînka e-Kovara “Sînemaya Serbixwe” Hejmar 4: 

Ji Edîtor

Derhêner û wênekêşa nemir a dîroka sînemayê Agnes Varda dibêje “Sînema ez ji te hez dikim”. Em jî  bi heman hest û ramanê ji “Hunera Heftemîn”ê hez dikin û sînema ji bo me wekî neynike zelal e ku riya jiyanê ronî û germ dike.

Em di sala 2018ê de weke e-fanzîna sînema û çand-hunerê dest bi weşanê kiribûn û hejmara me ya sêyem di meha Gelawêja vê salê weke e-kovar derket li pêşberî sînemahezan. Hejmara me ya dawî gihîşt li ber destên bi hezaran xwînerên sînemayê ve û em ji bo eleqeya we zor spas dikin.

Hejmara me ya nû bi nivîs û gotarên nû û balkêş re li pêşberî we ye.

Di hejmara nû ya kovara Sînemaya Serbixwe de, Omer Bextiyar nivîseke li ser fîlmê “Stalker” yê derhênerê nemir ê cîhanê Andrei Tarkovsky ku mohra xwe daye li hunera sînemayê, nivîsiye û ketiye li pey şopa heqîqeta fîlmê. Welat Ramînazad di derbarê fîlmên derhênerê navdar Nurî Bilge Ceylan de nivîseke Zazakî amade kiriye û pêwendiya sînemaya derhênerê bi Kurdan re, lêkolîn kiriye. Di vê jimarê de, nivîsa Rûmet Medî ku li ser fîlmên jiyana Kurdan, hatiye amadekirin cih digire ku ev nivîs cara yekem di malpera Bianet Kurdî de hatibû weşandin. Mela Mihyedîn, li ser yek ji fîlmên herî girîng û klasîk ên dîroka sînemaya cîhanê “The Seventh Seal” yê derhêner û senarîstê Swêdî Ingmar Bergmanî nivîsîye. Welat Ramînazad ji bo vê hejmarê nivîseke din jî nivîsandiye û fikrên xwe yên derbarê têkilîya fîlmê Caché yê derhêner Micheal Haneke bi kurtefîlmê Vîr ê Burhan Ateş ra, aniye zimên. Di hejmara 4emîn de Dawid Jikevir nivîseke li ser mijara “Sînemaya Polîtîk”, amadekiriye û li ser wateya têgeha sînemaya polîtik, sekiniye. Herwiha nivîsa Rûmet Medî ku di derbarê fîlmê “Bread and Roses” yê Ken Loachî de hatiye nivîsandin û cara yekem li malpera www.sinemayaserbixwe.com’ê hatibû weşandin jî cih digire. Emrah Kaplan ji bo vê hejmarê gotareke bi navê “Têgeha Temsîlê û Cihgirtina Têgeha Temsîlê Di Sînemayê De” nivîsîye û tê de qala mijarên têgeha temsîlê û têgeha temsîlê di sînemayê de, kirine.

Bimînin di xêr û xweşiyê de

Bi hevre hejmarên nû ve..

E-dergi “Sînemaya Serbixwe”nin dördüncü sayısı çıktı

Kürtçe sinema dergisi “Sînemaya Serbixwe”nin 4. sayısı ile pdf formatında okuyucularıyla buluştu. Dergi’nin 4. sayısında yine sinema üzerine hazırlanmış ilgi çekici yazılar ve makaleler yer aldı. E-dergi “Sînemaya Serbixwe” yılda iki defa olarak yayınlanıyor ve sayfalarında sinema ve kültür-sanat ile ilgili yazılar, makaleler, söyleşiler ve içerikler yer alıyor.

E-dergi “Sînemaya Serbixwe”nin Linki. Sayı 4: 

Editör’den

Sinema tarihinin ölümsüz yönetmeni ve fotoğrafçı Agnès Varda “Sinema seni seviyorum” demişti. Biz de aynı his ve düşünce ile “Yedinci Sanatı” seviyoruz. Sinema bizim için duru bir aynadır ve yolumuzu aydınlatıp ısıtan.

“Sînemaya Serbixwe” 2018 yılında, sinema ve kültür-sanat e-fanzin’i olarak yayın hayatına başlamıştı ve 3. sayımız bu yılın Ağustos ayında e-dergi olarak sinema severlerin karşısına çıkarak binlerce okura ulaşmıştı. Dergimize olan ilgiden dolayı çok teşekkür ederiz.

Yeni sayımız, yeni ve ilgi çekici yazılarla ve makalelerle okuyucuların karşısında.

“Sînemaya Serbixwe” dergisinin yeni sayısında Omer Bextiyar, büyük yönetmen Andrei Tarkovsky’nin sinema tarihine damgasını vuran “Stalker” filmi üzerine yazdığı yazıda filmin hakikatinin peşine düştü. Welat Ramînazad, Nuri Bilge Ceylan sineması üzerine Zazaca hazırladığı yazısında yönetmenin sinemasının Kürtler ile olan ilişkisini anlattı. Bu sayıda Rûmet Med’in, Kürtlerin yaşamını anlatan fimleri ele aldığı ve daha önce Bianet Kurdî sitesinde yayınlanan yazısı da yer alıyor. Mela Mihyedîn, dünya sinemasının en önemli filmleri arasında yer alan, ölümsüz yönetmen ve senarist Ingmar Bergman’ın çektiği “The Seventh Seal” filmi üzerine bir yazı hazırladı. Welat Ramînazad yeni sayı için yazdığı diğer yazısında yönetmen Micheal Haneke’nin “Caché” filmi ile Burhan Ateş’in kısa filmi “Vîr”in ilişkisi üzerine düşüncelerini aktarıyor. Dördüncü sayıda, Dawid Jikevir “Politik Sinema” kavramı konusunda yazdığı yazısında sinema tarihinde politik sinema kavramı üzerinde duruyor. Ayrıca Rûmet Med’in sinema sitesi www.sinemayaserbixwe.com’da yayınlanan, dünyaca ünlü yönetmen Ken Loach’ın “Bread and Roses” filmine dair yazdığı yazısını da bu sayı’da yayınlandık. Emrah Kaplan, yeni sayı için “Temsil Kavramı ve Sinema’da Temsil Kavramı” konularında yazdığı makalesinde temsil kavramı ve sinema temsil kavramı üzerinde duruyor.

Sağlıcakla kalın

Birlikte yeni sayılara..

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir