Hejmara Duyem a Fanzîna “Sînemaya Serbixwe” derket

Hejmara Duyem a fanzîna “Sînemaya Serbixwe”, wek e-fanzîn derket. Di nav rûpelên Fanzînê de, nivîs, gotar, hevpeyivîn û nûçeyên Sînemayê, Çandê û Hunerê cih digirin.

Ji Edîtor
Silav û rêz xwînerên hêja!
Piştî hejmara yekemîn a fanzîna sînema, çand-hunerê bi kurdî “Sînemaya Serbixwe” salek derbas bû û hejmara duyemîn a fanzîna me, li pêşberî xwendevanên xwe ye.
Hunera Heftemîn “Sînema” ji gelek huner û çand û dîsîplînên jiyanê pêk tê û têde reng û dengên cuda û nû yên xwezaya jiyanê dihewîne.
Ev hunera ciwan ji sala 1895’an vir de weke wêneyan, bi awayên cur bi cur, erdnîgariya xweza û jiyanê xuya dike û bi saya wê jiyan, dem, deng û rengan watedar dibin û wê mijar û pirsgirêkên heyatê rave dike û digihîne mirovan.
“Hunera Heftemîn, di nav rojên jandar û tarî de dibe hêviyeke germ û ronak, û bihara wê bêdemsal şîn tê û vedibe…” Rû û çavên sinemayê, sînorên ku li ser cîhanê radike û ew dikare bi demê re hemû xeletî û pêşdaraziyan tune bike…”
Sala par, di meha Tîrmehê de malpera www.sinemayaserbixwe.com’ê dest bi weşanê kir û weşanên xwe yên li ser sînema û çand-hunerê didomîne. Em ji bo sêwirandina logoya malperê gelek spasî Jujî Tasarimê ve dikin.
Wekî ku hejmara yekemîn, di hejmara nû ya fanzîna me ya “Sînemaya Serbixwe” de jî, nivîs, gotar, hevpeyivîn, nûçe û naverokên cur bi cur cih digirin.
“Ji bo civakê, ji bo hunerê, ji bo jiyanê sînema…”
Bimînin bi xêr û xweşiyê de
Bi hevre ji Hejmarên nû ve..
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: