Hejmara duyem a Kovara Temaşeyê derket

Nûçe: Rûmet Med

Kovara hunerî ya sînemayê ya bi kurdî “Temaşe”yê bi hejmara xwe ya duyemîn derket li pêşberî xwendevanên xwe. Di hejmara nû ya kovarê de; nivîs, hevpeyvîn, gotar û naverokên ku li ser gelek mijarên curbicur hatine amadekirin weşandine.

Hejmara nû ya Kovara bi kurdî Temaşeyê bi berga derhênerê navdar ê Yilmaz Guneyî derket li pêşberî xwendevanên xwe. Di rûpelên hejmara duyem a kovarê de, gelek nivîs û gotarên ku ji her sê zaravayên Kurdî cih digrin.

Jimara duyem a e-Kovara hunerî ya sînemayê “Temaşe”yê bi berga derhênerê nemir ê kurd Yilmaz Guneyî û bi sê zaravayên Kurdî yên Kurmancî, Kirmanckî (Zazakî) û Soranî derket. Di vê hejmara kovarê de hevpeyvîneke derbarê 10’emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê û sînemaya Kurdî de bi kuratora bernameyê Leyla Toprak û Derhêna Hunerê Lea Drescher ra hatiye amadekirin. Ji bo hejmara nû li ser derhênerê nemir ê kurd Yilmaz Guneyî du nivîs cih digirin; nivîskar û lîstikvanê sînemayê Fatoş Yildizê nivîseke bi navê “Di Sînemaya Yilmaz Guney û Jean-Luc Godard da Mijara Netewperweriyê” û edîtorê kovarê Mehmûd Beyto jî nivîseke bi navê “Sînemaya Kurdî II – Yilmaz Güney” nivîsandine. Dawid Jikevir, di nivîsa xwe ya nû ya bi navê “Derketina Sînemayê II” de dîsa li ser dîrok û derketina sînemayê disekine. Kulîlk, di derbarê pirtûka nû ya Soner Sertî de nivîseke bi sernavê “Sînemaya Neteweke Bêdewlet” amadekiriye. Di jimara nû de du nivîsên nivîskarê sînema û çand-hunerê Welat Ramînazadî cih digirin, yek jê bi navê “Kompleksa Parsekiya Hezê û Eleqeya Sînemaya Kurdî” û nivîsên din jî bi kirmanckî bi sernavê “Mudaxelekerîya Fîlmê Pulp Fıctıonî” hatine nivîsandin. Amed Hesen ji bo vê hejmarê nivîseke li ser fîlma Milos Formanî Amadeusê nivîsandiye û Özal Sürmeli jî li ser rêzefîlma Black Mirrorê nirxandineke amadekiriye. Nivîskar Mutlu Can bi kirmanckî li ser derhêner Çayan Demîrelî û lêkolîner-nivîskar Dilazad Art di derbarê fîlma “Dema Hespên Serbxweş” nivîsandine. Di vê hejmarê de Pınar Yıldız li ser fîlma “Hewno Bêreng” ya Mehmet Ali Konarî û Serhat Aktaş jî nivîseke li ser mijara Tenduristî û Sînemayê amadekirine. Di rûpelên hejmara duyem a kovarê de, gelek nivîs û gotarên ku ji her sê zaravayên Kurdî hatine weşandin cih digirin.

Kovara Temaşe’yê her demsal ango çar mehê carekê tê weşandin. Xwedî û Berpirs û Edîtorên kovara Temaşe’yê Mehmud Beyto û Cîhan Ulus in û karê sererastkirina nivîsan; Amed Hesen, Mutlu Can, Osman Omer Aliyî kirine. Rûpelsaziya kovarê jî wekî gelek kovarên bi Kurdî Ridwan Xelîl çêkiriye. Bergsaziya kovarê ji aliyê GrafîKURD ve hatiye çêkirin.

Ji bo malper û lînka hejmara duyem a Kovara Temaşeyê: 

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: