Hejmara Mijdar a Xêzekovara “Zrîng” derket

Hejmara nû ya xêzekovara bi kurdî “Zrîng” ku di meha Cotmehê de dest bi weşanê kiribû, derket. “Zrîng” di 38’emîn Pêşangeha (Fûar) Pirtûkan a Stenbolê de bi standa xwe derket li pêşberî xwendevanên xwe.

Xêzekovara bi kurdî “Zrîng” di meha Cotmehê de bi Edîtoriya karîkaturîst Dogan Guzel re dest bi weşanê kir û bi zaravayên Kirmanckî (Zazakî) û Kurmancî yên zimanê Kurdî derdikeve.

Di hejmara duyemîn a “Zrîng” de karîkatur û xêzên çîrokên cur bi cur cih digirin û vê hejmara kovarê hem bi kurmancî hem bi zazakî (kirmanckî) hate weşandin.

Piştî Kovarên Tewlo, Pîne û Golik’ê xêzekovareke bi kurdî “Zrîng” dest bi weşanê kir û dê weke mehane bê weşandin.

Xêzekovara “Zrîng” beşdarî li 38’emîn Pêşangeha Pirtûkan a Stenbolê bûye û bi standa xwe li benda xwendevanên xwe ye. Pêşangeha Pirtûkan a Stenbolê îsal di navbera dîrokên 2-10’ê meha Mijdarê (Sermawez) de tê li darxistin.

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: