Hejmara nû ya Kovara “Folkora Me” derket
Hejmara sêyemîn a Kovara Folklora bi kurdî
“Folklora Me” derket û di Pêşangeha Pirtûkan a Amedê de jî li pêşberî xwendevanên xwe.
Kovara bi kurdî “Folklora Me” weke sê mehane ji aliyê Weqfa Mezopotamyayê tê weşandin û di rûpêlên xwe de nivîs, nûçe, lêkolîn û xebatên ku li ser Folklora Kurdî hatine amedekirin, diweşîne.
Weqfa Mezopotamyayê bi navê “Xebatên Folklorê û Nasnameya Kurdî” panelek li dar dixe û Prof.Dr. Celîlê Celîl, Prof.Dr. Şukrîye Resûl Îbrahîm û Prof.Dr. Kadrî Yildirim dê beşdarî panelê bibin û di panelê de Moderator Dr. Mîkaîl Bilbil e.
Panela “Xebatên Folklorê û Nasnameya Kurdî” li Navenda Fûar û Kongreyan ya Tuyabê ya Diyarbekirê (Salona Konferansan ya Dîcleyê) di navbera 14:30 û 15:30 de dê bê li darxistin.
Weqfa Mezopotamya di dîroka 29’ê meha Îlonê de paneleke bi navê “Zarok û Zimanê Zikmakî Di Perwerdehîyê Da” li darxistibû.
Pêşangeha Pirtûkana Amedê di 28’ê Îlonê dest pê kir û dê heta 6’ê meha Cotmehê bidome.
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com