Hejmara Pêncemîn a Kovara “Sînemaya Serbixwe” derket.

Hûmara 5. ya Kovara Sînemaya Serbixwe weşanîyaye. | Hejmara Pêncemîn a Kovara “Sînemaya Serbixwe” hate weşandin.  

LÎNKA HEJMARA NÛ YA KOVARÊ:

Hejmara 5’emîn a kovara bi Kurdî ya “Sînemaya Serbixwe”yê wek dijîtal/pdf hate weşandin.

Di vê hejmara nû da, bi du zaraveyên Kurdî (Kurmancî û Zazakî) nivîs û gotar,nûçe û naverokên sînemayê cih digirin.

Nivîsa Edîtorê

Xwîner û sînemahezên hêja, em weke kovara “Sînemaya Serbixwe” bi hejmara xwe ya nû li pêşberî we ne. Di rûpelên hejmara pêncemîn a “Sînemeya Serbixwe” de dîsa nivîs û naverokên têr û tijî cih digirin.

Herr Mannelig, Dîlek Durgun, Mela Mihyedîn, Remezan Haydaroglû, Rûmet Med, Welat Ramînazad bi nivîs, gotar û hevpeyvînên xwe reng dane hejmara nû ya kovara me. Herwiha di vê hejmarê de; nûçe, portre û naverokên sînemayê jî hene.

Helbestvana mezin Furûx Ferroxzad dibêje; “Sînema ji bo min şêwazeke derbirinê ye. Min bi dirêjiya jiyana xwe helbestan nivîsandin û xwendin, û helbest, bi tenê rêyeke derbirinê ye. Ez ji sînemayê hez dikim û ez dikarim di hemû warên din de jî bixebitim.. Ku helbest nebe ez di şanoyê de bilîzim, ku şano nebe ez fîlman bikêşînim. Dewamkirina vê jî girêdayî berdewama gotinên min e. Helbet, ku gotinên min hebe…”

Hunera Heftemîn “SÎNEMA”; şêwazeke derbirinê ye û rengekî ciwan, ronak û efsûnkar e ku dibe neynika herî zelal a dem û herikîna xwezaya jîyanê.. Wekî kulîlkeke rengîn û nemir; bêdemsal vedibe û bêsînor şîn tê…

Bimînin di xêr û xweşiyê de

Bi hevre hejmarên nû ve..

Kürtçe Sinema Dergisi “Sînemaya Serbixwe”nin 5. Sayısı Yayınlandı.

Kürtçe sinema dergisi “Sînemaya Serbixwe”nın (Bağımsız Sinema) 5. sayısı dijital/pdf olarak yayınlandı. Sînemaya Serbixwe, internet sitesi olarak da özelde Kürt sineması üzerine, genelde de dünya ve Türkiye sineması üzerine güncel haber ve gelişmeleri okurlarına aktaran dijital bir mecra. Sînemaya Serbixwe, 7 aylık bir aranın ardından 5. sayısı ile e-dergi formatında okuyucularıyla buluştu.

Derginin yeni sayısında da Kürtçe’nin Kurmancî ve Zazakî lehçelerinde sinema ve sanat üzerine yazılan yazı, makale, haber, söyleşiler ile sinema içerikleri yer alıyor.

“Sînemaya Serbixwe” dergisinin editör yazısı:

Değerli okuyucular ve sinema severler, “Sînemaya Serbixwe” dergisi yeni sayısı ile karşınızda. Derginin 5. sayısında da yine dopdolu bir içerik yer alıyor.

Herr Mannelig, Dîlek Durgun, Mela Mihyedîn, Remezan Haydaroglû, Rûmet Med, Welat Ramînazad; yazıları, makale ve söyleşileri ile Sînemaya Serbixwe’nın yeni sayısına zenginlik kattılar. Ayrıca bu sayıda diğer sayılarda olduğu gibi; sinema haberleri, portre ve içerikler de yer alıyor.

Büyük şair Furuğ Ferruhzad der ki; “Sinema benim için bir ifade tarzıdır. Hayatım boyunca şiirler yazdım ve okudum, ve şiir, sadece bir ifade aracıdır. Sinemayı seviyorum ve diğer bütün alanlarda da çalışabilirim.. Eğer şiir olmasa tiyatroda oynarım, eğer tiyatro olmasa film yaparım. Bunu devam ettirmek de sözlerimin devamına bağlı. Elbette eğer söyleyecek sözüm varsa…”

Yedinci Sanat “SİNEMA”; bir ifade tarzıdır ve genç, aydın ve büyülü bir renktir ki hayatın doğasının akışının ve zamanının en berrak aynası olur.. Rengarenk ve ölümsüz bir çiçek gibi; zamansız açar ve sınırsız yeşerir…

Sağlıcakla kalın

Hep birlikte yeni sayılara..

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

 

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir