Hejmara Pûşberê ya kovara Altyazıyê hate weşandin

Hejmara Pûşberê ya kovara Altyaziyê bi mijara dosyeya “Pier Paolo Pasolînî”yê hate weşandin. Di hejmara nû de li ser hemû fîlmên derhênerê mezin Îtalyayê Pier Paolo Pasolînîyî gelek nivîs û lêkolîn hatine weşandin.

Di rûpelên hejmara 220an a kovarê de, nivîs û gotarên ku li ser hemû fîlmên derhênerê mezin ê dîroka sînemayê Pier Paolo Pasolînîyî hatine amadekirin cî digirin û herwiha ji bilî mijara dosyeyê gelek naverokên sînemayê yên din jî hene.

Derhêner, senarîst û helbetvanê navdar Pasolînî yek ji sînemagerên herî serketî yên Hunera Heftemînê bû ku bi fîlmên xwe yên mezin, helbestkî û bêhempa re mohra xwe da li hunera sînemayê. Îsal sed saliya rojbûna derhênerê hoste Pasolînî ku li seranserê cîhanê bi çalakîyên çand û hunerê tête pîrozkirin.

Kovara sînemayê “Altyazı” ji Cotmeha sala 2001ê bi vir de bi naverokeke tiptije û her mehê digihîje li ber destên sînemehezan û di her hejmara kovarê de mijarên dosyeyê yên nû, nivîs, gotar, hevpeyvîn, lêkolîn û nûçeyên sînemayê cih digirin.

Ji bo agahî: 

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: