Hejmara Şeşan ya Kovara Temaşeyê hate weşandin

Hejmara şeşan e-Kovara Temaşeyê derket li pêşberî sînemehazan. Kovara Temaşeyê her demsal bi zaravayên Kurmancî, Zazakî û Soranî tê weşandin.

E-Kovara bi Kurdî di rûpelên xwe de; nivîs, hevpeyvîn, gotar û naverokên ku li ser gelek mijarên cur bi cur hatine amadekirin diweşîne. Di bergê hejmara 6emîn de wêneyeke ji fîlmê “Night on Earth” (1991) yê derhênerê navdar ê sînemayê Jim Jarmuschî cî digire.

Kovara Temaşeyê ne tenê li ser sînemaya kurdî di heman demê de li ser sînemaya navneteweyî jî dixebitê. Armanceke e-kovarê jî bi nêrînên gerdunî bipêşdebirina sînemaya kurdî ye. (Ji nivîsa danezana kovarê)

Kovara Temaşe – 6

L

JI EDÎTORYAYE

Guherîn… Jiyan guherîn e. Her tişt bi wê dest pê dike. Li ser rûyê erdê tiştê ku nehatîye guhertin tune ye; mirov diguherin, îklîm diguhere, dinya bi tevahî diguhere û hertim jî dê biguhere. Sînema jî ji vê ne îstîs-na ye. Bi Koronayê fîlmên bizavên sereke yên ku xwe bi bilêtgehan ve girêdabûn, sekînin û cihê wan jî fîlmên serbixwe yên cihanê girt ku ji aliyê komên jîr û zîrek ve dihatin çêkirin. Xelatên ku ji aliyê festîvalên Venedîkê, Sundanceê, Berlînê û Cannesê ku hatin dayîn nişaneyên vê ne û li gorî salên din hejmarek mezin fîlmên serbixwe di van festîvalan da cih girtin û xelatan hildan. Xuya ye ku pêşîya sînemaya serbixwe û mînîmalîst vekirîye û dengê xwe dê li cîhanê ger û geş bike.

Sînemaya kurdî ku dikeve bin banê sînemaya serbixwe û mînîmalîst jî kare di nav vê geşbûnê da dengê xwe bilindtir bike û mohra xwe lêxe. Em êdî zanin ku sînemaya me, yeka serbixwe ye û di demeke nêz da li pişt wê qewetên dewletî û bazara xurt dê nebe. Divê sînemaya me jî xwe ji hêvîyên polîtîkaya Kurdistanê xilas bike û berê xwe bide hûnera sînemayê. Bi vê guherînê nivîskar jî û kovar jî helbet dê xwe biguherîne û bi şêweyeka nû ya rexneyê bîne sînemaya kurdî.

Divê hejmara me da Mistefa Dogan li ser polîtîkaya fîlmê Zilamê Mezin Evîna Biçûk (2001) nivîsî. Mela Mihyedîn mijareka nû ku hê jî di edebîyat û sînemayê da cihê niqaşê ye, da ber xwe. Mehmûd Beytoyî vê carê li ser Lîstikên Ecêb yê Haneke analîzek kir. Kûlîlk jî derhênerê ser-bixwe û mînîmalîst Jim Jarmuchî û şêweya sînemaya wî nivîsî. Armanc Dayan bi pirs û hevpeyivînên kurt û kurmancî bi sînemagerên kurd ra sînemaya wan û karên wan axivî. Axîn Torîn fîlmê Scorsese yê cuda Silence (2016) kir mijara xwe û analîzên xwe li ser danî. Xasê Dogan melodîyên ku ji fîlmên Woddy Allenî tên der bi fîlmê wî yê Vicky Cristina Barcelona (2008) dê ji me ra bistre. Jaro, bi serenavê Ali Kemal Çinar û Kokên Vegotina Sînemayê ya Dijrast/Absurd: Lêkolîneka di Nav Sînemayê da bi wergera Mehmet Îrfan Hekîmoglu nivisî. Hevpeyivî-na vê hejmarê ji aliyê Tubanur Du-manlı bi sînemagerê hêja Îbrahîm Seîdî ra bû ku li ser sînemaya kurdî û li ser karên birêz Seîdî hate çêkirin.

Di beşa zazakî da, Burcu Roza Allahverdi bi nivîseke zincîrî ya ku dê ji du beşan pêk bê ku di Pêla Nû ya frensîyan da tesîra felsefeya egîztensîyalîzmê bi wergera Mutlu Canî dike mijar. Welat Ramînazad jî analîzekî li ser rêzefîlmê Brîtanî yê bi navê Peaky Blindersê nivisî.

Di beşa soranî da jî hêja Bawer Marûfî, xwendinekê li ser bel-gefîlmê Act of Killing (2012) kirîye.

Hêvîya me ew e ku vê hejmara şeşan ya Temaşeyê bi dilê we be. Temaşe bikin!

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: