Hejmarên berendamiya Xelatên Emmyê zêde kirin

Akademiya Huner û Zanistên Televîzyonê ragihandin ku hejmarên berendamiya Xelatên Emmyê zêde kirine.

Yek ji xelatên herî girîng ên cîhana televîzyonê Xelatên Emmyê îsal dê cara 72’yemîn bê li darxistin. Xelatên Emmyê wê di dîroka 28’ê meha Tîrmehê de diyar bibin ku dê di 20’ê de Îlonê jî bi pêşkeşvaniya Jimmy Kimmelî bêne dayîn. Li gorî ku di malpera kovara sînemayê Altyazı’de hatiye weşandin, hejmarên berendamiya Xelatên Emmyê zêde kirine û li gorî vê agahiyê di beşên Rêzefîlmê Baştirîn (Dram/Komedî) de hejmara berendamiyê bûye heşt.

Her wiha Xelatên Emmyê vê rêzikê ji bo xelatên lîstikvanan jî guhartine. Di beşên Lîstikvana Baştirîn û Lîstikvanê Baştirîn de jî dê bi heman awayî bibe.

Serokê Akademiya Televîzyonê û CEOyê saziyê Frank Scherma ragihand ku ji ber ku serîlêdanên hejmarên Xelatên Emmyê û zêdebûna naverokên platformên dîjîtal, guherînên nû çêkirine.

Sala par di 71’emîn Xelatên Emmyê de lîstikvanê navdar ê tirk Halûk Bîlgîner bi rola rêzefîlmê “Şahsîyet” re Xelata Lîstikvanê Baştirîn girtibû.

Xelatên Akademiyê (Oscar) jî hejmarên berendamiyê zêde kiribûn û li gorî vê 10 fîlman dê ji bo Xelata Fîlmê Baştirîn bikevin pêşbaziyê.

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – ww.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir