“Helena Bonham Carter” tevlî li fîlmê ‘One Life’ bû

Derhêner James Hawes bi rêzefîlmê xwe yên wekî; “Black Mirror”, “The Alienist” û “Undercover” ve tê naskirin û hate ragihandin ku dê bi yekem fîlmê xwe yê sînemayê bi navê “One Life” re derbikeve li pêşberî temaşevanan.

Lîstikvan û derhênerê navdar û xelatgirê Oscarê Anthony Hopkins dê di fîlmê de weke serlîstikvan cih bigire û lîstikvana navdar Helena Bonham Carter jî tevlî li fîlmê “One Life” bûye. Fîlm dê ji aliyê pargîdanîya See-Saw Filmsê ve bê kişandin ku tê de lîstikvan Johnny Flynn cih digire.

“One Life” wê li ser jiyana borsevanê Londonî Nicholas Winton bisekine û dê salên Şerê Cîhanê yê Duyemîn nîşan bide. Nazîyan ber bi Çekoslovakyayê ve diçin û Winton jî ji bo rizgarkirina 669 zarokan planeke çêdike. Fîlm îsal dê li Îngilistan û Çekyayê bê kişandin û wê ji aliyê pargîdanîya FilmNationê ve li hemû cîhanê bê belavkirin.

Çavkanî: Deadline

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

%d blogcu bunu beğendi: