Hemû berhemên Arjen Arî êdî ji Weşanên Sorê derdikeve
Hemû berhemên helbestvan û rewşenbîrê navdar ê Kurd Arjen Arî êdî ji aliyê Weşanên Sorê ve derdikeve. Agahî, li ser hesabê medyaya civakî yê Weşanên Sorê hate parve kirin û di daxuyaniya weşanxaneyê de gotin ku; “Me û malbata Arjen Arî peymanek îmze kir. HEMÛ BERHEMÊN WÎ em ê çap bikin. Di Fûara Pirtûkan a Amedê de seta Arjen Arî li ber destê xwîneran e.”
Helbestvan û Rewşenbîrê Kurd Arjen Arî di meha Cotmeha sala 2012’ê de ji ber nexweşiya qanserê jiyana xwe ji dest da bû. Helbestvanê navdar ê Kurd Arjen Arî di wêje û helbesta Kurdî de helbestvanekî mezin e û heta niha pirtûkên wî ji aliyê gelek weşanxaneyan ve hatin weşandin.
AGAHDARÎ! AGAHDARÎ!
Me û malbata Arjen Arî peymanek îmze kir.
HEMÛ BERHEMÊN WÎ em ê çap bikin.
Di Fûara Pirtûkan a Amedê de seta Arjen Arî li ber destê xwîneran e. pic.twitter.com/baFdpJjdGu— Weşanên Sor (@wesanen_sor) June 15, 2019
Fûara Pirtûkan a Amedê di navbera 28’ê Îlonê û 6’ê Cotmeha (Kewçerê) sala 2019’ê de dê bê li darxistin.
Nûçe: Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com