“Heniskî Asman” li Festîvala Fîlman a Visuviusê xelat girt

Derhênerê ciwan ê kurd Şehram Qadir bi fîlmê xwe yê dawî “Heniskî Asman” (2018) re li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Visuviusê Xelata Wêneya Sînemayî ya Baştirîn girt.

Li gorî nûçeya ku di malpera Rûdawê de cih digire, fîlmê “Heniskî Asman” (Cry Of The Sky) ku di sala 2018’ê de ji aliyê derhênerê kurd Şehram Qadirî ve hatibû kişandin, li bernameya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Visuviusê Xelata Wêneya Sînemayî ya Baştirîn girt.

Fîlmê “Heniskî Asman” yê derhêner Şehram Qadirî heta niha di bernameya gelek festîvalên fîlman de hatiye nîşandayîn û dê li Festîvalên Fîlman ên Navneteweyî yên Filmsazên Serbixwe yên Barcelona û Madridê ji bo xelata Fîlmê Baştirînê bikeve pêşbaziyê. Ji ber vîrusa koronayê xelatên du festîvalên fîlman dê di meha Tîrmehê de bêne eşkere kirin.

Fîlmê “Heniskî Asman” li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Fantasê xelatên Fîlmê Baştirîn, Derhênerê Baştirîn û Senaryoya Baştirîn girtibû û wê di çarçoveya bernameyên Festîvalên Fîlman ên Navneteweyî yên Delhi û Pirîzmayê de jî bikeve pêşbaziyê.

Derhêner û senarîstê ciwan ê kurd Shahram Qadir, du fîlmên bi navê “The Emigrated Birds” (2013), “I Named You Afarin” (2014) kişandibû.

Fîlmogragiya Şehram Qadirî:
https://m.imdb.com/name/nm7211426/

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d