Henry Cavill ji nû ve bi fîlmê “Superman” ve tê

Pargîdanîya fîlman a Warner Bros.ê daxuyanîyeke weşand û ragihandin ku ji bo fîlmê “Black Adam vs Superman” dest bi amadehîyan kirine. Lîstikvanê navdar Henry Cavill berî pênc salan di fîlmê ‘Justice League’ (2017) de bi karakterê “Superman” re derketibû li pêşberî temaşevanan ku wî ji nû ve dê di fîlmê nû de jî weke lehengê Superman bilîze.

Superman yek ji lehengên efsanewî yên DCyê ye û heta niha gelek caran ji bo sînemayê hatiye kişandin. Li gorî daxuyanîya Warner Bros.ê di derbarê gelek karakterên nû û fîlmên nû de dixebitîn. Di daxuyaniya pargîdanîyê de hate gotin ku di dawîya fîlmê “Black Adam” de wêneyeke surprîz a Supermanî heye ku dê di vê hefteyê de li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bikeve vîzyonê.

Warner Bros.ê li ser fîlmên nû yên “Man of Steel”, Wonder Woman 3, The Flash, “Batman”ê dixebitîn.

Çavkanî: Hollywoodreporter

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

 

 

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: