“Hespê Torînoyê” ya jî Qîyameta Mirovahîyê!
Nivîs: Omer Bextîyar
“Xwedê mir û ez westîyayî me.” Béla Tarr
“Ew Xweda ye ku wî erd û asîmanan û tiştên di navbera wan da, di nava 6 rojan da afirandine.” (Sûreta Fûrqan-59)
“Roja qîyametê û saeta wê; ne milyaketên li asîmanan, ne jî Kur dizane, ji xeynî Bav ti kes pê nizane.” (Matta 24:36)
Derhênerê hoste yê Macarî Bela Tarrê ku dî cîhana sînemayê da wek “Tarkovskîyê ne rûhanî” tê zanîn, di sala 2011an da fîlma xwe ya dawî ya efsanewî; “A Torinói ló” ((The Turin Horse) yanê “Hespê Torîno”yê dikşîne û êdî dev ji sînemayê berdide. Tarr, 35 sal li benda çêkirina vê fîlma xwe ya ku temaşekirina wê gelekî zor û zehmet e disekine û piştî dikşîne jî dev ji sînemayê berdide. Ecêb e ne wisa? Gelo Tarr çima 35 sal li benda vê fîlmê maye û ev çîrok û fîlmeke çawa ye ku bûye sedem Tarr êdî sînemayê biterikîne? Ka pêşî em li çîroka fîlmê binêrin. Lewra çîroka fîlmê ji bûyereke rastîn pêk tê.
Nietzsche hesp hembêz dike û çîrok ji vir dest pê dike
Feylesofê meşûr Nietzsche, di zivistana sala 1889an da li bajarê Torînoyê yê Îtalyayê ji mala xwe derdikeve û berê xwe dide postexaneya bajêr. Lê tiştekî wisa ecêb tê serê wî ku hêj jî sedema wê ya esil çi ye, kes pê nizane û belkî ti kes wê pê nizanibe jî. Nietzsche, di rê da rastî faytonekê û xwedîyê wê tê. Hespekî belengaz û îxtîyar xwe daye erdê, naçe û xwedîyê hesp jî ji kerban ew dide ber qamçîyan. Lê xwedîyê hesp çi dike jî hesp carekê xwe daye erdê û ji cihê xwe naleqe. Nietzsche vê bûyerê dibîne û diheyire, tê cem paytonvan; qamçîyê ji destan digre û xwe davêje stûyê hespê ku ji ber westandinê xwe avêtîye erdê. Dibêjin Nietzsche ji ber dilşewatîya xwe digrî û berîya ku bi ser xwe ve biçe, bi pistepist ji guhê hesp ra gotîye, “ez li ser navê mirovahîyê ji te lêborînê dixwazim.” Derî û cîran tên Nietzsche dibin malê û ew piştî du rojan tê ser hemdê xwe û dizivire ji dîya xwe ra dibêje, “Mutter, ich bin dumm,” yanê “dayê ez çiqas ehmeq im.” Nietzscheyê ku di 44 salîya xwe da ji ber vê meseleyê aqil davêje, hetanî mirina xwe, bi qasî 11 salan bi vî şiklî dijî. Dê û xwişka Nietzsche lê xwedî derdikevin. Bi kurtasî meseleya Nietzsche û hespê Torînoyê ev e. Her çiqas em nizanibin ji ber kîjan sedeman Nietzsche aqil avêtibe jî, piştî vê şahidîyê, em aqûbeta Nietzsche dizanin. Lê belê gelo çi bi serê wî hespî hat? Aqûbeta hesp û xwedîyê wî çawa bû gelo? Tarr dide pey vê meseleyê ku 35 sal ewil ji kesekî guhdar kirîye û vê yekê tesîrekê mezin daye ser hiş û ruhîyeta wî. Fîlma me li ser vê pirsê dest pê dike û Tarr li gel dostê xwe László Krasznahorkai û li gel jina xwe Ágnes Hranitzky senaryoyeke li gorî bîr û bawerîya xwe çêdike û fîlma xwe ya jubîleyê dikşîne.
Destpêka fîlmê her tiştî kifş dike
Fîlm bi ekraneke reş û bi dengê vebêjekî dest pê dike. Vebêj bi qasî deqe û nîvekê behsa serpêhatîya Nietzsche dike ku me li jorê behs kiribû. Dû ra sehneya ewil a fîlmê bi mûzîkeke efsûnî ku ji tarîtîyekî kûr tê, di nav ba û bagera zivistanê da dest pê dike. Pêşî em hespekî mirarokî, paytoneke jihevdaketî û îxtîyarê dest bi qamçî dibînin. Nêzî 4 deqe û nîvan kamera yek plan e, ge ji hesp berê xwe dide mêrikê îxtîyar, ge jî ji wan dûr dikeve û ji nav mij, toz û daran ve em paytonê dibînin. Seranserê fîlmê bi plan sekansan hatiye kişandin û bi giştî 30 sehne hene. Ji ber wê jî tê gotin ku derhêner vê fîlmê bêyî montajeke bi hûrgilî, bes bi planên kamerayê pev xistîye. Jixwe fîlm di esasê xwe da ji fîlmeke wêdetir wek belgefîlmeke rasteqîn a jîyana malbatekî xîzan e.
Xwedê di 6 rojan da dinya afirand, lê wê qîyamet di nava çend rojan da rabe?
Fîlma me ya reş û spî Hespê Torînoyê, ji 6 rojên li pey hev pêk tê. Li gorî hemû kitêbên pîroz, Xwedê dinya di nava 6 rojan da afirandiye. Lê wê qîyamet di nava çend rojan da rabe? Tarr, di vê fîlma xwe ya “antî genesîs” da atifê xuliqandina dinyayê dike û ew jî di nava 6 rojan da qîyameta mirovahîyê radike û ji me ra behsa dawîya dinyayê dike. Gelo qîyameta mirovîyê çawa radibe? Jixwe kî mir qîyameta wê jî radibe. Lê qîyameta mirovahîyê, dawîya dinyayê çawa radibe? Tarr daye pey van pirsan û bi vê fîlma xwe ya muezem jî bersiva xwe daye. Li gorî Tarr, dema hemû xirabî rûdan û ti îşaretekê heyat û manê nemabe wê demê êdî qîyamet e! Ka werin em bi kurtasî behsa van 6 rojên sembolîk bikin.
Roja ewil: Deng ji kurmên darê nayê!
Me got; fîlm hinekê zor e û mirov bi rihetî û kêfxweşî nikare temaşe bike. Lewra piştî axaftina vebêj, 20 deqeyên ewil ên fîlmê bêyî dîyalog derbas dibe. Ohlsdorferê (János Derzsi) paytonvan ji milê xwe yê rastê seqet e û çavekî wî jî nabîne. Piştî ku li nav bajêr hespê xwe yê nexweş û jihevdaketî dide ber qamçîyan û dibe sedema aqilavêtina Nietzsche, berê xwe dide mala xwe ya li derveyî bajêr û sahil. Dema nêzikayî dide malê, ji ser paytonê dadikeve û bi serê hespê xwe digre û ber bi hewşa malê ve dibe. Li vir em keçika mêrik (Erika Bók) dibînin. Keçik bêyî axaftin û xêrhatinekê li bavê xwe bike, tê hefsar û hamûdîyê hesp derdixe û bi hev ra hesp dixin gomê. Gom jî xirabe ye. Li derve tu dibê qey qîyamet e. Ji derve dengê ba, bager û dengê heywanên kovî tê nav malê. Bêyî axaftinekê, herdu karakter karê xwe
yê nav malê dikin. Qîzik kincên bavê xwe diguherîne û dest bi çêkirina şîvê dike. Du kartolan davêje nava avê û dixaşîne. Û ji xwe ra li ber pencerê rûdinê û li derve dinêre. Muzîk eynî ye, tim xwe dubare dike. Roja ewil berîya razanê, mêrik li kêranên xanî dinêre û ferq dike ku dengê kurmên darê nayê û ji qîza xwe ra dibêje, “ev 58 sal in ku dengê wan dihatin min, lê niha êdî dengê wan nayê min.” Qîzik jî guhên xwe bell dike û dibêje, “heqeten dengê wan sekinîye, nayê” û ji bavê xwe dipirse, “ev hemû tişt tên çi maneyê bavo?” Bav dibêje,“nizanim, hadê em rakevin.”
Roja duduyan: Hesp xwe dide erdê naçe!
Dibe dotina rojê, bav û keç tên ku hesp û paytonê girê bidin. Lê hesp dike hişînî û ji ber malê naçe, dike nake hesp xwe daye erdê, naçe. Bav ji neçarî nikare biçe bajêr da ku debara mala xwe bike. Hesp û paytonê dixin axurê û vedigerin nav malê. Derîyê debarê û sembola hêz û hêvîyê hesp naxwaze ji malê derkeve. Dîsa heman sehne xwe dubare dikin. Guhertina cil û bergan, çêkirina kartolan, temaşekirina pencerê û li ser maseyê xwarina şîvê. Bav li nav malê daran hûr dike, keçik jî cilûbergên spî dişo û bi bendê li nav malê ve didaliqîne. Kamera nêzî rûyê keçikê dibe û em bi qasî 30 sanîyeyan bes kirasê spî dibînin. Gelo derhêner xwestîye bi vê sehneyê çi peyamê bide? Dibêjin dema Hz. Îsa hatîye çarmixkirin, rûyê wî di nav herîyê da bûye û jinikek hatiye bi paçekî spî dev û rûyê wî paqij kirîye û sûretê Hz. Îsa li wî paçî spî hatîye neqişkirin. Li Roma û Vatîkanê ew potên ku sûretê Hz.Îsa li serê ye hene. Spî, rengê mirinê sembolîze dike, kefen jî spî ye. Tarr, bala me dikşîne ser kirasê spî û dibêje nenêrin ku hemû nîşaneyên jîyanê li vê malê (agir, av, xwarin, mirov) hene, lewra wê di dawîyê da mirin hebe. Rengê spî vê hişyarîyê dide me.
Cîran xebera nexweş tîne
Roja duyem e û saetekê di ser fîlmê ra derbas dibe û her tişt heman e. Lê derî ji nişka ve lê dikeve û di nav dengê ba û bagerê da cîranê wan Bernhard (Mihály Kormos) dikeve hundir, lewra votkaya wî ya Macarî palînka nemaye. Di vê fîlma dirêj da tekane monolog, ya cîran e. Bernhard, nêzî 6 deqeyan ji cîranê xwe ra behsa ehwalên li bajêr, nebaşîya mirovan û têkçûna jîyanê dike. Bi rastî ev monolog fikra sereke ya fîlmê bi xwe ye û monolog tam li gorî bîr û bawerîyên Nietzsche ye. Bernhard rasterast wek Nietzsche nebêje “Xwedê mir” jî meseleyê tîne ser piştî “mirina Xwedê”, zilm û neheqîyên mirovan ku bi destê xwe vê dinyayê xirab dikin. Lê Ohlsdorferê paytonvan bi gotinên cîranê xwe bawer nake û ti îtîbarê nade gotinên wî.
Roja Sisêyan: Qereçî tên û kitêbekê didin keçikê
Dibe roja sisêyan. Serê sibê keçik radibe, diçe ji bîrê avê dikşîne. Bav ji xewê radibe, votkayên xwe vedixwin û diçin gomê. Hesp êmê xwe nexwarîye. Keçik ji hesp ra dibêje, “bixwe, tu mecbûr î.” Ev du roj in li ser hev hesp dernakeve derve. Diçin malê, dîsa tekane xwarinên xwe kartolê dixaşînin û dixwin. Ji derve dengekî tê, kamera berê xwe dide girê ku şaxeke pûç lê maye. Em dibînin ku paytonekê ji wir ber bi mala wan ve tê. Keçik ji ser xwarinê radibe û diçe ber pacê li paytonê dinêre. Bav dibêje “ev çi ye, çi diqewime?” Keçik dibêje paytonek tê, herhal qereçî ne. Paytona du hesp lê girêdayî, tê li ber bîra wan disekine, jin û zarok û mêr tê da, 7 kes jê pîya dibin û berê xwe didin bîrê ku jê avê vexwin. Bav bi xwe dernakeve hafa wan, lê keça xwe dişîne ku berî wan bide. Keçik diçe ba wan dibêje, “çi îş û karê we li vir heye, ji vir herin.” Lê mirtib dibêjin, “tu jî bi me ra were em ji vir herin Emerîkayê.” Lê keçik teklîfa wan qebûl nake û dibêje ez naçim ti cihekê. Pişt ra bav bi balte derdikeve derve û bi çêr û sixêfan wan diqewirîne. Rûspîyê mirtiban bi şifqet kitêbekê dide keçikê, porê wê miz dide û dibêje, “ev, ji bo avê ye.” Qefla mitirban bi coş û xiroş hespên xwe dajon û bi rîya xwe da diçin. Keçik kitêbê dide ser singa xwe û vedigere malê û dest bi xwendinê dike. Hevokên ku dixwîne behsa cihên pîroz,ayîn, îbadet û xirabbûna cimaetan û hewceyîya ayîna towbeyê dike. Di serî da meriv dibêje qey ev kitêb Încîl e, lê kitêb berhemeke edebî ya László Krasznahorkai ye ku wî jî bi Tarr ra senaryoya vê fîlmê nivîsîye.
Roja Çaran: Bîra wan jî diçike, êdî hazirîya koçê dikin
Dibe roja çaran. Wekî her sê rojên ewil serê sibê keçik dîsa zû radibe ocaxê pêdixe û diçe bîrê ku avê bikşîne. Lê dibîne ku ava bîrê zuha bûye. Gazî bavê xwe dike. Tên lê dinêrin ku bîr bi keviran tijî bûye. Bi îhtimaleke mezin qereçîyan bîr çikandine. Lewra ji ber bîrê hatibûn qewirandin. Lê derhêner vê yekê nîşan nade. Bav gelekî bi hêrs dibe. Keçik diçe axurê cem hesp, lê hesp dîsa êmê xwe nexwarîye. Keçik dîsa bi hesp ra mijûl dibe û dibêje, “te dîsa tiştek nexwarîye û tu naçî cihekê jî.” Heta avê dide hesp, lê hesp avê jî venaxwe. Gelo ev hemû îşaretên çi ne, tên çi maneyê? Bîr çikiya, wê êdî ava wan tunebe, hesp ji xwarin û vexwarinê hatîye birrîn, xwe dide erdê bi cihekê ve jî naçe. Şert û mercên jîyan û debarê li vir nemaye êdî. Bav lê dinêre ku wiha nabe, hazirî dikin ku ji vir biçin. Kel û pelên xwe didin hev. Eşyayên xwe li erebokeke du tekerî bar dikin û hesp jî ji paş ve pê ve girê didin û bi destan erebokê kaş dikin. Diçin ji dara hişkbûyî ya li ser gir dibuhurin, lê piştî demekî bi reverev dizivirin malê. Gelo çima neçûn û car din vegerîyan malê? Lewra ba û bager misade nekir ku ew biçin. Dara zihabûyî jî êdî îşareta têkçûna jîyanê ye. Ew jî ji mecbûrî vedigerin malê. Lewra hemû veger ji bo malê ye!
Roja Pêncan: Êdî çira jî ditemire û vênakeve!
Di roja pêncan da sehne bi plana razana bav dest pê dike. Wek mirîyan xwe dirêj kirîye û ji nişka ve radibe ser xwe. Keçik tê cilûbergên wî lê dike. Bav radibe, qurtek ji palînkaya li ser masê bi serê xwe da dike. Kamera fokûsê du qedeh û şûşeya palînkayê dibe, nîv qedeh ya maye ya nemaye. Ava wan jixwe ziha bûbû, niha palînkaya wan jî xilas dibe. Bav û keçik diçin gomê li hesp dinêrin. Hal di hesp da nemaye, nexweş ketîye. Kamera demekî dirêj li ser hesp dimîne. Derhêner dixwaze em li hesp binêrin. Hespê ku remza qewet û desthilatê ye, niha ji hal û taqetê ketîye. Heta Ohlsdorfer geme ji serê hespê derdixe. Yanê dibêje êdî ev hesp bi kêrî tiştekî nayê. Ji gomê derdikevin û derî bi ser hesp da digrin. Li derve firtoneya toz û pelan dewam dike. Bav li ber pacê rûniştiye û serê xwe xistîye ber xwe. Hal û rewşa ku ketine di nav da difikire. Kamera ji bav ber bi keçikê ve tê. Keçik cilekê spî didirû û pişt ra du sehan dideyne ser maseyê û car din kartolan dixwin. Lê bav ancax du sê gep ji kartolê dixwe û radibe dîsa diçe ber pacê û li derve temaşe dike. Dibe êvar. Derve dibe tipûtarî. Keçik dibêje, “bavo! Ev çi tarîtî ye.” Dengê muzîkê û dengê bagera li derve qut dibe. Keçik radibe gaz ocaxîyê (lokosê) vêdixe û li ser cihê xwe li gaz ocaxîyê temaşe dike. Piştî demekî kurt, çiraya wan jî ditemire. Keçik car din hewl dide çirayê pêxe, bav jî tê alîkarîya wê, lê dikin nakin çira pênakeve. Keçik di nav tarîyeke ku çav çavan nabîne da car din ji bavê xwe dipirse, “ev hemû tişt ji bo çi ne? Pizota êgir jî tifîya, çi diqewime?”. Bav wek her car dibêje ,“nizanim, hadê em razên, sibê em ê car din biceribînin.” Pişt ra bo cara 4an dengê vebêj dikeve dewrê. Dengekî stûr ku behsa felaket û xeberên nexweş dike. Vebêj dibêje, “bav û keçik ketin navnivînan, lihêfê avêtin ser serên xwe û ketin bêdengîya xewê. Li derve ba sekinî û bêdengîya mirinê kete nava malê.”
Roja Şeşan: Bav û keçik jî ji xwarinê tên birrîn û xwe teslîmê mirinê dikin!
Em tên roja dawîyê, yanê roja şeşan. Heta niha dengê kurmên darê hatibûn birrîn, hesp xwe dabû erde, nediçû cihekê û di ser da jî ne êm dixwar ne jî av vedixwar. Bîra wan a avê çikimîbû, êdî ji avê mehrûm man, di ser da çiraya wan jî pênediket û dengê bayê jî nedihat wan. Yanê hemû nişane, lebat û tebatên jîyanê yek bi yek tune bûbûn. Bê av, bê nan, bê wasite û bê ronahî mabûn. Di ser da nikarin koçî cihekî din jî bikin. Piştî gotinên vebêj, sehne bi ekraneke reş vedibe û li ser maseyê em bav û keçikê dibînin. Sehanên wan li pêşîya wan in û her du jî serê xwe bi ber xwe da tewandine. Keçik kartolên xwe nexwarine, lê bav bi destekî qalikên kartolên xwe spî dike û ji keça xwe ra dibêje, “tu mecbûr î bixwî.” Bêdengîyekê muezem heye. Muzîk trajîk e. Agir bi dilê meriv dixe. Keçik nalive. Sehne wek tabloyekê ye ku ji serdema navîn maye. Bav gepekî du gepan ancax dixwe, lê nikare dewam bike. Ji cihê xwe naleqin û wek adeta her rojî naçin serî li hesp jî nedan. Bi îhtimalekê mezin hespê wan ji birçîbûn û tîbûnê mirîye. Herdu jî dihizirin ka çi bi serê wan da hatîye. Herdu jî serê wan di ber wan da li sehan û maseyê dinêrin, ekran reş dibe û fîlm diqede.
Pekî di roja heftan da wê çi biqewime?
Fîlm bi vî awayî diqede. Lê em nizanin ka di roja heftan da çi qewimî? Tarr, behsa 6 rojên wan dike û roja 7an jî ji temaşevanan ra dihêle. Helbet piştî ewqas felaket û xirabîyan êdî qîyameta wan radibe. Lewra ti şert û mercên jîyanê bo wan nemaye. Êdî bi qewlê Serhedîyan ve “derê wan hatîye dadan” û eşq û şewqa jîyanê bi wan ra nemaye. Ji loma jî bav û keçik êdî li benda mirinê ne, xwe teslîmî mirinê kirine. Fîlma du saet û nîvî diqede, lê li pey xwe bi dehan pirsên bêbersiv dihêle. Ew pirs heta demeke dirêj xwe li meriv dipêçin û dibin sedema bêdengîyekê kûr. Maneya jîyanê çi ye, bo çi em hatine xuliqandin û bo çi em dijîn, ewqas xirabîyên li rûyê erdê kî dike, çima dike, heke mirov bi destê xwe Xwedayên xwe kuştibin li pey wî çi dimîne, qîyameta mirovan û ya mirovahîyê çawa radibe, dawîya dinyayê çawa tê
Sînematografîya Hespê Torînoyê ezamet e, muzîk ji destpêkê heta dawîya fîlmê, di heman tonê da ye û mirov muzîkê di nav rih û kûrahîya dilê xwe da hîs dike. Dîyalog gelekî kêm in, lê muzîk vê kêmasîyê temam dike. Atmosfera fîlmê wisa rasteqîn e ku mirov carinan dikeve nav ba û bagera fîlmê û pê dipeke. Bêdengî çi tiştekî bihêz e. Mirov ji bêdengîya wan ditirse. Di fîlma “Kerî” ya Yilmaz Guney da karaktera jin Bêrîvan, li hemberî hemû heqaret û sivikayîyên xezûrê xwe, xwe kerr kiribû. Her wiha di fîlma “Eşkiya” ya Yavuz Turgul da jî Kejê 20 salan li benda destgirtîyê xwe Baran dimîne û deng jê dernakeve. Bêdengî berteka herî mezin e lewra û felsefeyeke xwe heye. Xwe amade kin û dest bi temaşekirina vê fîlmê bikin. Lê bi serê xwe bin. Lewra ev fîlm encax bi tenê tê temaşekirin. Dikarim bibêjim heta niha fîlma ku herî zêde ketime bin tesîra wê ev fîlm e. Ka niha jî em piçekî li fîlmografîya vî derhênerê hosta binêrin.
Tarr derhênerîya 17 fîlm û belgefîlman kirîye
Herçiqas Bela Tarr piştî Hespê Torinoyê fîlmên sînemayî nekişandibe jî, ji wê fîlma xwe heta niha di nav 11 salan da, 2 heb belgefîlm kişandine. Tabî derhêner bi temamî ji sînemayê dûr nemaye û li çend akademîyan dersên perwerdehîya sînemayê dane û hêj dide jî. Di sala 2017an da belgefîlma bi navê “Muhamed” kişandiye. Belgefîlm derbarê zehmetîyên penaberên ku li Macaristanê ne. Di sala 2019an da jî Tarr, belgefîlma “Missing People” dikşîne. Belgefîlm behsa bêkes û bêwarên li Vîyanayê dike. Fîlma xwe ya ewil “Csaladi Tuzfeszek”, di sala 1977an da dikşîne. Tarr, dema hêj zarokekî 10 salî ye, di fîlma “Iván Iljics halála” (Mirina Ivan Ilyîc-1965) da lîstikvanîyê jî dike. Ew heta niha di 4 fîlman da aktorî jî kirîye. Herwiha fîlma wî ya Sátántangó (1994) ya 7 saet û 19 deqîqeyî, di nav 7 fîlmên herî dirêj ên sinemaya cîhanî da tê hesibandin.
Fîlmografîya Derhêner:
A Torinói ló (2011)
A Londoni férfi (2007)
Werckmeister harmóniák (2000)
Sátántangó (1994)
Kárhozat (1988)
Öszi almanach (1984)
Panelkapcsolat (1982)
Szabadgyalog (1981)
Családi tüzfészek (1977)
Kunyeya Fîlmê:
Navê Fîlmê: A Torinói Ló (The Turin Horse)
Derhêner: Béla Tarr, Ágnes Hranitzky
Senaryo: László Krasznahorkai-Béla Tarr
Lîstikvan: János Derzsi, Erika Bók, Mihály Kormos
Sal: 2011
Cure: Drama
Ziman: Macarî û Almanî
Dem: 2 saet û 35 deqe
Puana IMDb: 7.8Çavkanî:
https://www.imdb.com/name/nm0850601/bio?ref_=nm_ov_bio_sm
https://tr.wikipedia.org/wiki/B%C3%A9la_Tarr
https://videa.hu/videok/filmklub/film-animacio/tarr-bela-ivan-iljics-halala-OymxOtjU6I
ApzJmT
https://videa.hu/videok/filmklub/film-animacio/tarr-bela-ivan-iljics-halala-AeRWxC4A3
YYRh3Qg
https://www.imdb.com/title/tt0111341/?ref_=fn_al_tt_1
Ji bo roportajên bi Bela Tarr ra:
https://alihasar.blogspot.com/2014/01/bela-tarr-roportaji.html
https://alihasar.blogspot.com/2015/01/bela-tarr-politik-ve-metafizik-alegori-uclemesi.
html
Ji bo hin rexne û analîzên akademîk yên li ser fîlmê:
http://iletisimdergisi.gsu.edu.tr/tr/download/article-file/82869
https://www.academia.edu/8894746/The_Turin_Horse_Torino_At%C4%B1_Film_Ele
%C5%9Ftirisi
https://dergipark.org.tr/tr/download/article-file/448115
https://www.birikimdergisi.com/haftalik/8248/hikayenin-kiyisinda-i
(*Ev nivîs cara ewilî di hejmara sêyem a “Sînemaya Serbixwe” de hate weşandin)
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com