Hevpeyvîna Mistefa Doğan a derhênerê xelatgir ê Festîvala Duhokê Ferhat Özmen re
FERHAT ÖZMEN: LI FESTÎVALA DUHOKÊ, MIN HÎS KIR KU EZ SÎNEMAGEREKÎ KURD IM.
Ferhat Özmen kî ye: Ferhat Özmen ji Hîzana Bilîsê ye. Li Zanîngeha Marmarayê beşa Dîzaynkirina Fîlman xwendiye. Heta niha gelek Kurtefîlm kişandine ku piraniya wan bi Kurdî ne. Özmen herî dawî li Festîvala Navdewletî ya Duhokê, bi kurtefîlma xwe ya bi navê “Nikilê Qirikê yê Xepirî” Xelata Taybet a Juriyê girt.
Ferhat Özmen çawa û kengî dest bi karê sînemayê kir?
“Têkiliya min û sînemayê di sala 2014an de dest pê kir. Min li Zanîngeha Marmarayê, beşa Dîzaynkirina Fîlman xilas kir. Di vê pêvajoyê de min zêdetirî 10 kurtefîlm kişandin. 7 ji wan bi Kurdî bûn. Yek ji wan fîlman, navê wê ‘Berfîn’ bû. Yeka din jî dîsa min li gundê xwe kişand.”
Gelo ew fîlmên te gihan ber temaşevanan? Li ku derê hatin nîşandan?
“Ne pirr. Yanî ev ji bo min wekî fîlmên ceribandinê bûn. Loma jî nexasim di warê teknîkî de qels bûn. Ji ber vê jî min nexwest bişînim festîvalan. Car caran dema ez nîşanî hevalên xwe didim. Hin ji wan gelek diecibînin û dibêjin heyf ku te ev belav nekirine.”
Di nav van kurtefîlman de fîlma bi navê “Beyoğlu Sineması” gelek bal kişand ne wisa?
“Belê. Min ew kurtefîlm bi Tirkî kişand. Ew fîlm li ser Youtubê peyde dibe. Kêşanên wê di Tebaxa 2016an de me çêkirin. Me şand festîvalan û gelek xelat girtin.”
Ya rast, piştî di Festîvala Navneteweyî ya Duhokê de bi fîlma ‘Nikilê Qirikê yê Xepirî’, te Xelata Taybet a Juriyê girtin, navê te, bi taybetî di nav Kurdan de bêhtir belav bû. Ew fîlm çawa çêbû? Te çawa qerar da ku bikşînî?
“Ev fîlm, hertim di eqlê min de hebû lê heta ku ket şiklekî piçekê wext girt. Heta min karakter li hev anî piçek wext girt.”
Navê fîlmê jî gelek estetîk e. Gelo te nazireyek kiriye ji “Gava Leglegê ya Derengmayî” ya Angelopoulos re?
“Belê navê wê estetîk e. Birayekî min heye. Ez bi perspektîfa wî ya sînemayê gelek bawer im. Min çîrok jê re şand û got jê re navek lazim e. Wî jî ev nav got, pir li xweşa min çû û navê wê bû ‘Nikilê Qirikê yê Xepirî.’
Di vir de ez dixwazim rexneyekê bikim. Hema bêje tevahiya fîlmê bi Kurdî ye lê di jenerîkê de Kurdî tune, tenê Îngilîzî û Tirkî heye. Çima?
“Tu zanî, heta niha kesî ev rexneyek nekir. Mala te ava; ji ber ku kesî heta niha qala vê nekir. Erê, rast e. Ev rexne bi her awayî rast e û ev kêmasiyeke me ye. Ji ber hin tevliheviyan û problema waxt, wisa çêbû. Ji ber vê ez ji temaşevanan lêborînê dixwazim. Tenê ez ji temaşevanan re vê bêjim ku careke din xetayeke wisa wê çênebe.”
“JI MIROV RE AXEKÊ LAZIM E KU MIRIYÊN XWE LÊ VEŞÊRE”
Em derbasî naverokê bibin. Di fîlmê de jinik, di nav jiyana metropolê de, di nav zindiyan de ji xwe re cihekî nabîne, diçe penêrê xwe li goristanekê vedişere. Ka ji me re piçekê qal bike?
“Ya ewil ez vê bêjim ku jinik, karaktereke xurt e û dawiya dawî penêrê xwe vedişêre. Ya din ew têkiliya Kurdan û axê. Em dizanin ku hertim ji însanan re axekê lazim e ku miriyên xwe lê veşêre. Penêr sembolek e. Nexasim li aliyê, ji bo tehma wê xweştir bibe penêrên xwe dispêrin axê. Jinik, derekê nabîne ku penêrê xwe lê veşêre.”
Ev xanima ku di fîlmê de dilîze dayika te ye. Çawa bûn kêşan, diya te lîstikvaneke çawa bû bi te?
“Ez bi 25 sal in diya xwe nas dikim, ev avantajek e. Min telefonî wê kir, min got; tiştekî wisa difikrim. Ka tu çi dibêjî? Qebûl kir. Tişta ku serê min meşqûl dikir ev bû. Diya min ew ê bi lîstikvanê ku di fîlmê de wê bibe kurê wê (Engin Emre) çawa hîs bike. Min diya xwe û Engin li malekê hişt. Ez nedihatim malê. Piştî çend rojan min dît ku bûne wekî dayik û kur û kêfa wan gelek ji hev re hatiye. Jê pê ve jixwe êdî rihettir bû.”
Diya te fîlm sêr kir?
“Erê.”
Kêfa wê jê re hat?
“Erê gelek eciband lê got “me ewqas kişand çima wilo kurt çêbûye.”
Tu çawa fîlmên xwe dikşînî? Di warê ekonomîk de çawa dibî serî?
“Ya rast hema li hev tê. Em li pey weqfan, komeleyan, saziyan diçin da ku alîkariyên madî bigrin. Bi awayekî çareser dibe.”
Piştî xelata ku te stend, li ser milê te barek çêbû gelo? Hêviyên li ser te mezintir bûn çimkî.
“Hêviyên min ên ji min eynî ne. Ji ber ku ez dizanim dikarim çi bikim. Tabî piştî xelatê ez bêhtir hatim nasîn, rast e lê ez eynî me.
Li ser Festîvala Navneteweyî ya Duhokê tu yê çi bibêjî? Te organîzasyon eciband gelo?
“Li Bakur jî festîval çêdibin. Mixabin bi amatorî tên kirin. Helbet şert û mercên Başûrê Kurdistanê baştir in û ew xwediyê statuyekê ne. Min festîvala Duhokê gelek eciband. Bi profesyonelî tê hazirkirin. Min cara ewil li festîvala Duhokê hîs kir ku ez sînemagerekî Kurd im. Bawer im wê hîn baştir bibe.”
“EM SÎNEMAGERÊN BAKUR, SÎNEMAYÊ WEKÎ PROGRAMEKE PARTIYÊN SIYASÎ DIBÎNIN”
Li Bakur rewşa Sînemagerên Kurd çawa ye bi te?
Li Bakur problema herî sereke ew e ku sînemager pirr di nav qalibên polîtîk de ne. Yanî em hemû jî nikarin xwe ji atmosfera polîtîk rizgar bikin. Tabî sînema bi xwe polîtîk e lê mixabin em sînemayê car caran wekî propagandaya hin partiyan dikin. Ev rê li ber pêşveçûna sînemaya Kurdî digre.
Herî dawî ez vê bipirsim. Niha tu xebat an jî proje hene li ber destê te?
“Belê ez niha li ser belgefîlmekê dixebitim. Mijara wê jî hinek spesîfîk e. Belgefîlm li ser Findiqên Bilîsê ne. Bawer im li Kurdistanê Findiq tenê li herêma me derdikevin. Di belgefîlmê de em ê li ser vê meselê biseknin. Hêvî dikim wê tiştekî baş derkeve jê.
Hevpeyivîn: Mistefa Dogan
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com