Hin fîlmên din ên Festîvala Fîlman a Torontoyê jî hat eşkerekirin

Nûçe-Nivîs: Serhat Tebiş

Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Torontoyê îsal cara 45emîn di navbera dîrokên 10-19’ê Îlonê de dîsa bi bernameyeke tiptije derdikeve li pêşberî sînemahezan. Berî demeke kurt fîlmên nû û hin çalakîyên din ên bernameya festîvalê jî hat eşkere kirin.

Ji ber nexweşiya koronayê (Covid-19), li hemû dinyayê gelek festîvalên fîlman, kişandin û setên fîlman û bêhejmar çalakiyên huner-çandê hatin rawestandin an jî dîrokên vîzyonê yên gelek fîlman hatin bipaşxistin.

Hat ragihandin ku 45emîn Festîvala Fîlman Navneteweyî ya Torontoyê îsal dê di dîroka 10ê Rezberê (Îlon) de destpê bike û dê bernameya festîvalê neh rojan bidome. Festîvalê her sal li bajarê Torontoyê ya Kenedayê tê li darxistin. Fîlmên nû û hin çalakîyên wekî hevpeyvîn, berhevok û atolyeyên ku di bernameya Festîvala Fîlman a Torontoyê de de cih digrin jî hat eşkere kirin. Di çarçoveya bernameya festîvalê de; derhêner û lîstikvanên navdar ên Claire Denis, Halle Berry, Barry Jenkins, Saoirse Ronan, Ava Du Vernayê, dê bi temaşevanên xwe re hevpeyvînan pêk bînin. Li festîvalê Xelata Behreya Serketî îsal, ji bo Tracey Deerê bê dayîn, di dîroka festîvalê de yekem carê lîstikvanên ku di beşa Xelata Behreya Serketî ya TIFFyê de cih digrin hemû jin in.

Li gor agahiya ku ji aliyê malpera fîlman û sînemayê ya Filmloverssê ve hatiye weşandin, fîlmên nû û hin çalakiyên ku li bernameya 45emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Torontoyê cih digrin diyar bûn. Hat ragihandin ku bernameya festîvalê dê di 10ê meha Rezberê de destpê bike û dê heta 19ê mehê berdewam bike.

Di dawiya meha Tîrmehê de, navên hin fîlmên ku dê di bernameya 45emîn Festîvala Fîlman a Torontoyê de cih bigrin hatibû eşkere kirin û di nava fîlman de, fîlmên bandorker û balkêş ên wekî “Ammonite”, “Bruised”, “David Byrne’s American Utopia”, “The Father”, “Falling”, “Nomadland”, “Été 85” jî hene û sînemahezan li benda van fîlman e. Festîvalê, berî demekê fîlmên nû û hin çalakîyên ku di bernameya festîvalê de cih digrin jî eşkere kirin.

Di bernameya festîvalê de berhevoka Special Eventsê ku li gor temaşevanên curbicur û warên têkiliyê hatiye amadekirin jî cih digire. Berhevoka balkêş a Special Eventsê ji gelek mijar û çar alîyên cîhanê pêk tê. Di bernameya berhevokê de îsal; fîlmê yekem yê lîstikvanê navdar David Oyelowoyî, “The Water Man” (Lîstikvanê navdar bi fîlmên xwe yên; Selma, Queen of Katwe, A United Kingdom tê naskirin), belgefîlma bi navê “Underplayed” ya Stacey Lee’sê, fîlmê nû ya Matthew Heinemanî, “The Boy from Medellín” (Derhênerê fîlmê “A Private War” (2018), belgefîlma bi navê “The Truffle Hunters” yên Michael Dweck û Gregory Kershawî û fîlmê anîmasyonê “Wolfwalkers” yên Tomm Moore û Ross Stewartî jî cih digirin. (Tomm Moore û Ross bi fîlmên xwe yên “The Secret of Kells” û “Song of the Sea” tê naskirin û ji bo Oscarê bûbûn berendam)

Hevpeyvînên Claire Denis, Halle Berry, Barry Jenkins, Saoirse Ronan, Ava DuVernayê

Di beşên hevpeyvînên Festîvala Fîlman a Torontoyê de îsal gelek derhêner û lîstikvan derdikevin li pêşberî sînemahezan û dê li ser fîlmên xwe biaxivin. Derhêner û serlîstikvana fîlmê “Bruised”, Halle Berry îsal di bernameya festîvalê de dê hevpeyvînek pêk bîne û li ser pîşeya xwe ya 30 salî û derbarê fîlmê metraj dirêj ê xwe yê yekem de biaxive.

Lîstikvana navdar Saoirse Ronanê ku bi fîlmên xwe yên “Atonement”, “Brooklyn”, “Lady Bird” re bûbû berendama Oscarê (Xelatên Akademiyê), îsal di bernameya festîvalê de li ser fîlmê xwe yê “Ammonite” hevpeyevînek li dar dixe. Derhênerê hoste Claire Denisê ku bi fîlmên xwe yên wekî “Beau travail”, “35 rhums”, “Chocolat,” “Bastards”, “Let the Sunshine” rê tê naskirin û lîstikvanê xelatgirtî Barry Jenkinsî ku bi fîlmên xwe yên “Moonlight”, “If Beale Street Could” re tê naskirin, dê bi hev re hevpeyvînek pêk bînin û der barê çêkirina fîlman agahî bidin. Derhêner Ava DuVernayê ku li cîhanê bi fîlmên xwe yên “The 13th”, “Martin Luther King” û “Selma” û rêzefîlmê “When They See Us” (Xelata Emmyê wergirtibû) re tê naskirin, dê li ser huner û tevgera Black Lives Matterê biaxive. Her wiha derhênerê navdar Barry Levinsonî ku bi gelek fîlmên xwe yên wekî; “Rain Man”, “Wag the Dog”, “Bugsy” û “Good Morning” re tê naskirin, û lîstikvanê navdar, xelatgirê Oscarê Denzel Washingtonî jî dê hevpeyvînan pêk bînin.

Li festîvalê her sal ji bo darakirina bernameyan û bi alîkariya fîlman û bi mebesta guhertina nêrîna mirovan beşa Tribute Gala ya TIFFyê tête li darxistin û kitekitên nû yên vê beşê jî hat eşkerekirin. Berî demekê hat ragihandin ku ji bo lîstikvanên navdar ên Kate Winslet û Anthony Hopkinsî Xelata Lîstikvan a Rûmetî ya TIFF, ji bo Derhênerê navdar Chloé Zhaoyî (Fîlmê xwe yê nû bi navê “The Eternals” kişand) Xelata Derhêner a Ebertê ya TIFFyê, ji bo derhênera fîlmên wekî “Monsoon Wedding”, “Salaam Bombay” û “Queen of Katwe”, Mira Nairê jî Xelata Jeff Skollê bêne dayîn. Li festîvalê, Xelata Behreya Serketî îsal, ji bo Tracey Deerê bê dayîn û di heman demê de fîlmê yekem ê Tracey Deerê, “Beans” jî li bernameya festîvalê bête nîşandayîn. Derhênera xelatgirtî Tracey Deer yek ji şeş jinan e ku îsal ji bernameya “TIFF Filmmaker Lab is an artistic developmentê” mezûn bûye û derhêner, bi belgefîlmên xwe yên wekî; “One More River: The Deal That Split the Cree”, “Kanien’keha:ka: Living the Language”, “Club Native”, û bi rêzefîlmê xwe yê “Mohawk Girls” re tê naskirin.

Di dîroka Festîvala Fîlman a Torontoyê de îsal yekem carê lîstikvanên ku di beşa Xelata Behreya Serketî ya TIFFyê de cih digrin hemû jin in û navên lîstikvanên ku di vê beşê de ne wisa ne; Sheila Atim (Bruised), Rainbow Dickerson (Beans), Tanya Maniktala (A Suitable Boy) ve Madeleine Sims-Fewer (Violation). Ji sedî 43yê ya fîlmên ku li berhevoka taybet a festîvalê de cih digrin, ji aliyê derhênerên jin ve hatine kişandin. Her wiha îsal hejmarên axaftvanên jin û mêr ên Konferansa Soktorê heman in.

Festîvala Fîlman a Torontoyê di her warê de biryarên nû digrin, û hewlên mezin ji bo wekhevîya zayendî didin. Di beşa Peyana Hemûgir a li Medyayê (Media Inclusion Initiative) ji bo çapemeniya sînemayê hin xebatan didomîne û bi vê xebatê dixwazin ku nivîskarên nû yên sînemayê li hemû cîhanê belav bibin.

Çavkanî: TIFF

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d