Hin Rêzefîlmên Serkeftî
Amadekar: Mela Mihyedîn
Gelek caran mirov ji sînemayê, ji wêjeyê û ji pirtûkan jî aciz dibe. Dema meriv aciz bû li tiştên sivik û xweş digere da pê bêhna xwe derbixe, da pê kêfxweş bibe.
Di van rojên Koronayê de gelek mirov di mal de êsîr dimînin. Geh ji Netfilîxê geh jî ji platformên cuda cuda ji xwe re li rêzefîlman temaşe dikin. Min jî ji bo we çar rêzefîlmên delal hilbijartin. Hêvî dikim bi dilê we be û keyfa we jêre bê
Friends
Monica û Rachell hevalê zarokatîyê ne. Ross birayê Monica ye. Chandler ji zanîngehê hevalê Ross e. Joey hevalê Chandler yê malê ye. Phoebe hevalê Monica ye. Ev her şeş heval destên wan qet ji hev nabe. Bûyerên tên serê wan ji me re dibe ken û kêfxweşî.
Kunye
Derhêner: Peter Bonerz, James Burrows, Pamela Fryman…
Cure: Komedî û Romantîk
Lîstikvan: Jennifer Aniston, Courteney Cox, Lisa Kudrow…
Sezon / Beş: 10 / 236
IMDB: 8.9
Wext: 22 Deqqe
The Big Bang Theory
Leonard Hofstadter û Sheldon Cooper du mirovên zîrek in. Her du li heman zanîngehê li ser Kuantumê (Fîzîk) dixebitin. Ev her du mirovên zîrek hebekî asosyal in û ji alîyê têkilîya bi jinan ve kêmasîyên wan zê de ne. Rojekê jinek bedew lê ji alîyê zîrektîyê hebekî qels tê apartmanê. Çîrok bi vî awayî dest pê dike û ken li ser rûyê me kêm nabe.
Kunye
Derhêner: Chuck Lorre û Steven Molaro
Cure: Komedî
Lîstikvan: Johnny Galecki, Jim Parsons û Kaley Cuoco
Sezon / Beş: 12 / 208
IMDB: 8.2
Wext: 21 Deqqe
Doctor Who
Mirovekî bifikirin. Mirovekî dişibe me û hebekî dînik. Navê wî yê rastîn kes nizane lê ji xwe re dibêje Doctor. Cih û meskenê Doctor Tardîs e. Li Tardîsa xwe siwar dibe geh diçe dîroka kevin û geh diçe dîroka bê. Te hew dît Doctor li dinyayê ye an jî te hew dît li gerstêrkek din derdikeve pêşberî me.
Kunye
Derhêner: Douglas Mackinnon, Graeme Harper…
Senaryo: Sydney Newman, Paul Cornell…
Cure: Fantastîk, Scî-Fi û Romantîk
Lîstikvan: David Tennant, Jodie Whittaker, Peter Capaldi, Matt Smith…
Sezon / Beş: 13 / 129
IMDB: 8.6
Wext: 45 Deqqe
How I Met Your Mother
Sal 2030, Ted ji her du zarokên xwe re qala çîroka xwe û dîya wan dike. Çîroka Ted 2005an dest pê dike. Ted avahîsaz e. Marshall, Lilly u Barney her sê hevalên wî ne. Gelek caran bara di bin mala Ted de tên ba hev û li kêfa xwe dinêrin. Di barê de Ted Robîn nas dike û dil didyê. Piştre gelek çîrok bi ken tê serê wan.
Kunye
Derhêner: Pamela Fryman û Rob Greenberg
Senaryo: Carter Bays, Craig Thomas…
Cure: Romantîk û Komedî
Lîstikvan: Josh Radnor, Jason Segel, Cobie Smulders…
Sezon / Beş: 9 / 208
IMDB: 8.3
Wext: 23 Deqqe
Modern Family
Di rêzefîlm de sê malbat û rewşên wan yên ji hev komîktir tê pêşberî temaşavanan. Jay Pritchett sermîyanê malê ye. Di malbata pêşî de Jay dev ji jina xwe berdide û bi jineke pênaber (Gloria) re dizewice. Di malbata duduyan de zavayê Jay (Phil), keça wî (Claire) û nevîyên wan (Luke, Alex û Haley) silav didin temaşavanan. Di malbata sêyan de kurê Jay (Mitchell) û hevjînê wî Cameron derdikevin pêşberî me.
Kunye
Senaryo: Christopher Lloyd, Steven Levitan…
Cure: Romantîk û Komedî
Lîstikvan: Julie Bowen, Ty Burrell, Jesse Tyler Ferguson, Eric Stonestreet, Sofía Vergara…
Sezon / Beş: 11 / 250
IMDB: 8.4
Wext: 22 Deqqe
Black Books
Bernard Black insanekî pirtûkfiroş e. Dikkanekî wî ya pirtûkfiroşîyê heye. Lê keyfa wî ji pirtûkan re qet naye. Ji pirtûkan û ji mişterîyan aciz dibe. Timî bela xwe li mişterîyan dide. Du hevalên Bernard hene yek jê asîstanê wî Manny û ya din cîrana wî Fran e. Her sê li Black Booksê tên ba hev, vedixwin û sohbet dikin.
Kunye
Derhêner: Martin Dennis, Nick Wood û Graham Linehan
Senaryo: Dylan Moran
Cure: Komedî
Lîstikvan: Dylan Moran, Bill Bailey, Tamsin Greig…
Sezon / Beş: 3 / 18
IMDB: 8.5
Wext: 25 Deqqe
La Casa De Papel
Profesor dizekî zîrek û jêhatî ye. Dixwaze hundirê darpxaneya Îspanyayê vala bike û dest bi planekê dike. Dizên herî jêhatî dide hev û navên kod li wan dike. Her yek ji wan dev ji navê xwe yê rastê berdidin û navên bajarên mîn Berlîn, Tokyo, Rîo û hwd. li xwe dikin.
Kunye
Derhêner: Álex Pina
Senaryo: Álex Pina
Cure: Sûç, Aksîyon û Drama
Lîstikvan: Úrsula Corberó, Itziar Ituño, Álvaro Morte, Paco Tous, Pedro Alonso…
Sezon / Beş: 4 / 31 (Sezona nû di rê de ye)
IMDB: 8.5
Wext: 45 Deqqe
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com