Hin vîdyoyên masterclass ên derhênerên navdar hate weşandin
Ji ber şewba coronayê gelek derhêner, hunermend û nivîskar, lînkên vîdyoyên xebatên xwe diweşînin an jî li ser înternetê weşanên zindî dikin. Herî dawî hin vîdyoyên masterclass ên derhênerên navdar ên wekî Agnès Varda, Abbas Kiarostami, Leos Carax, Jim Jarmusch û Bong Joon-ho, ji bo sînemahez û xwendekaran li ser Youtubeê û bêpere hatin weşandin.
Li gorî nûçeya malpera Kültür Servisi’yê ku ji Filmloverssê hatiye girtin, hin vîdyoyên masterclass ên derhênerên navdar ên wekî Agnès Varda, Abbas Kiarostami, Leos Carax, Jim Jarmusch û Bong Joon-ho, ji bo sînemhez û xwendekaran li ser hesabê Youtubeê yê Walker Art Centerê hatin weşandin.
Di van rojên şewba coronayê de, derhênerên navdar ên wekî David Fincher, Sam Mendes, Edgar Wright jî ji bo xwendekarên sînemayê yên Brîtanyayê waneyên onlineê dan û derhênerê mezin Jean-Luc Godard jî beşdarî li weşaneke zindî ya Instagramê bû ku li ser mijarê “Nimayan ku di rojên Coronayê de” axaft û hest û ramanên xwe anî zimên. Walker Art Center, di sala 1990’ê de li Minneapolisê hatiye avakirin û bi hin derhêner, senarîst û lîstikvanên navdar, xebatên masterlassê amade dikin û li ser Youtubeê diweşînin.
Lînkên hin masterclass ên derhênerên navdar:
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com