Hosteyê vegotina dîtbarî û helbestkî: Akira Kurosawa
Nivîs: Rûmet Med
“Ji bo nivîsandina senaryoyeke baş, divê mirov roman û lîstikên nivîskarên mezin bixwîne…”*
Di hunera sînemayê de gotineke xweş heye, “kesa/ê ku xewn dibîne, dikare fîlman bikişîne..” Bi rastî jî xewn, ji rastîna xwezaya jiyanê derdikevin holê û dîse bandorê li jiyana mirovan dikin. Hest û ramanan, li şert û mercên erdnîgariya jiyanê pêk tên û xwe didin der û diguherîn. Hunera heftemîn ango “Sînema” jî xwe li ser bingeha hemû huner, çand, bîranîn, zanist û dîsîplînên ên heyînên jiyanê ava kiriye û gihîştiye bi asteke mezin ku geşedena xwe jî bi awayên cur bi cur û bi gelek cureyên fîlman re didomîne. Di pêvajoya pêşveçûna sînemayê de, fikr û kedên hin sînemavanan gelek mezin û girîng e. Derhênerê navdar ê Japonyayê Akira Kurosawa jî yek ji wan derhênerên mezintir e ku mora xwe li dîroka hunera heftemînê daye. Kurosawa, di fîlmên xwe de qala çîrokên jiyan ên bindest û mezlûmên cîhanê dike û hêvî û têkoşîna wan ên jiyanê nîşan dide û derhêner, atmosferên fîlmên xwe wekî herikîna xewnan kişandine.
Yek ji derhênerên herî serketî û pêşengên rêbaza “Pêla Nû ya Japonyayê” Akira Kurosawa, di dîroka hunera sînemayê û sînemaya Japonyayê de derhênerekî pêşeng û çalaktir e. Kurosawa bi gelek fîlmên xwe yên wekî, “Raşomon”, “Şiçinin no Samurai”, “Ran”, “Dersu Uzala” ku bi nerîneke rastîbîniya civakî û formên hunerî ve hatine kişandin, bandorê li hemû hunera sînemayê kiriye.
Kurosawa, di sala 1910’ê de li serbajarê Tokyoyê ya Japonyayê ji dayîk bû û dayika wî bermalî û babê wî Mamoste bûn û sê xwişk û yek birayê wî hebûn. Akira Kurosawa, ji zarokatiya xwe pê ve hînî dersên eskrîm, kalîgrafî bû û li Dibistana Doşuka ya Hunerên Rojavayê dest bi perwerdehiya wêneyan kir. Di dilê Akira Kurosawayî de, bi bandorê birayê xwe yê deqnivîsê sînemayê û şîrovekarê fîlmên bêdengê dikir, eşqa sînemayê dest pê kir û wî di sala 1929’ê de beşdarî li Yekîtiya Hunermendên Proleteran bû û di pargîdaniyeke fîlman de du salan xebitî.
Akira Kurosawa, alîkariyên derhênerên navdar ên wekî; Eisuke Takizawa, Kajiro Yamamatoyî û Mikio Naruseyî bû û senaryoyên xelatgirtî nivîsandin ku di gelek fîlman de weke alîkarê derhênerê jî xebitî. Derhêner, di sala 1943’ê de yekem fîlmê xwe yê bi navê “Sanjiro Sugata”yê kişand û ev fîlm, ji hêla temaşevan û rexnegirên sînemayê ve gelek hat ecibandin, lê kete sansurê û bi hinceta ku pesnê fikrên feodalê dide, li Amerîkayê jî hate qedexe kirin. Kurosawa, piştî salekê fîlmê “The Most Beautiful” (1944), dûre jî fîlmên xwe yên “The Men Who Tread On the Tiger’s Tail” (1945) û “No Regrets for Our Youth” (1946) kişandin. Derhêner, di 1948’ê de fîlmê xwe yê “Yoidore Tenşi”yê kişand û serlîstikvanê vî fîlmî Toşiro Mifune ji bo sînemaya japonyayê bû yek ji lîstikvanên girîngtir.
Derhênerê ciwan Kurosawa, bi fîlmê xwe sêyem “Raşomon” (1950) re, li seranserê cîhanê gelek deng veda û li Xelatên Akademiyê de di beşa Fîlmê Biyanî ya Baştirîn de Xelata Oscarê û li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Venedîkê de Xelata Fîlmê Baştirîn wergirtin. Mijara fîlmê, ji wêjeya Japonî ji bo hunera heftemîn lê hatiye anîn ku çîroka Samurayekî û jina wî, ji çar nêrinan nîşan dide. Akira Kurosawa, piştî vî fîlmî xwe yê biserketî, di 1951’ê de fîlmê “Hakuçi” (The İdiot)”ê ku ji romana nivîskarê navdar ê rûs Dosteyewskîyî ji bo perdeya spî lê hatiye anîn û fîlmê “İkiru”yê (1952) kişandin.
Akira Kurosawa, di sala 1953’ê de fîlmê xwe yê “Şiçinin no Samurai” (Seven Samurai) ku wekî fîlmê “Raşomon”ê yek ji klasîkên dîroka sînemayê tê qebûl kirin, kişand. Fîlm, qala çîroka komeke samurayê ku li dijî heydûtan, gundê cotkaran diparêzin, dike û derhêner di vî fîlmî de teknîkên giran ên sînemayê jî bikaranîne. Ev fîlm, di heman demê de yekem fîlmê şer ê derhêner Kurosawayî ye û bandorê li hemû cîhanê kiriye. Derhêner, di salên 1956-56an de ji berhema şanoyê “Macbeth”ê ya nivîskar û helbestvanê navdar ê cîhanê William Shakespeareyî fîlmê xwe yê “Kumonosu-Jo”, di 1957’ê de ji berhema wêjekarê navdar Maksîm Gorkîyî, fîlmê xwe yê “Donkozu”yê kişandin.
Akira Kurosawa, bi du fîlmên xwe yên dawî re li sînemaya cîhanê û li Hollywoodê pir deng veda. Derhêner, di sala 1959’ê de şîrketa xwe ya fîlman vekir û di 1960’ê de fîlmê “Yocimbo”yê kişand û di derbarê vî fîlmî de tê gotin ku fîlmê klasîk ê navdar “A Fistful of Dollars” yê derhênerê Îtalî Sergio Leoneyî jî ji vî fîlmê îlhama xwe girtiye û “Yocimbo” bandorê li fîlmên western ên sînemaya Îtalyayê kir. Kurosawa, demekê bi şîrketa fîlman a Amerîkayê (DYA) ya bi navê Twentieth Century Fox re hevkarî kir û dest bi kişandina fîlmê “Tora Tora”yê kir û lê derhêner ji ber şertên sînemaya Hoollywoodê vegeriya welatê xwe û fîlm jî di nîvî de maye. “Tora Tora” ji aliyê derhênerekî Amerîkayê ve hatiye temamkirin. Derhêner Akira Kurosawa li welatê xwe, di sala 1970’ê de fîlmê xwe yê “Dodeskaden”ê kişand û ev fîlm li vîzyonê gelek nehate temaşekirin û lê bandoreke neyînî li ser Kurosawayî kir û ji ber vê yekê jî derhêner teşebûsa xwekujîyê kiriye.
“Most Film” a Stûdyoya Fîlman a Yekîtiya Sovyetan di sala 1973’ê de, ji bo kêşana projeya fîlmê “Dersu Uzala” teklîf li Akira Kurosawa kirin. “Dersu Uzala” (1975) ji berhema xwejînenîgariyî ya vebîner û nivîskarê rûs Viladimir Arsenyevî ji bo sînemayê hate kişandin û fîlm, qala çîroka jiyana nêçîrvanekî ku li xwezayê dijî, dike. Derhêner, bi fîlmê xwe yê “Dersu Uzala” re li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Moskovayê Xelata Girovera Zêrîn û di sala 1976’ê de jî li Xelatên Akademiyê di beşa Fîlmê Baştirîn de Xelata Oscarê girtin.
Derhênerê xelatgirtî û biserketî Akira Kurosawa, piştî deh salan bi fîlmê xwe yê bi navê “Kagemuşa”yê (1980) ji nû ve vegeriya sînemayê. Kuroswawa, di vî fîlmî de li ser veguherîna ku di warên hunerên lêkdanê de disekine. Kurosawa, di sala 1985’ê de ji lîstika şanoyê “Kral Lear”ê ya nivîskar William Shakespeareyî, fîlmê xwe yê dîrokî “Ran”ê kişand û derket li pêşberî sînemahezan. Ev fîlm, rûyê cîhaneke ku hatiye serdema xwe ya dawîn temsîl dike û rewşa cîhanê ya tevlihev nîşan dide. “Ran”, li Xelatên Akademiyê di çar beşan de Xelatên Oscarê standin û bi lîstikvanî û dîmenên fîlmê balkêş e.
Derhêner, di 1990’ê de, di 80 saliya xwe de li Amerîkayê fîlmê xwe yê nû “Akira Kurosawa’s Dreams”ê ku ji pênc xewnan pêk hatiye, dikişîne û fîlmê nû ji aliyê rexnegirên sînemayê ve gelek tê ecibandin. Kurosawa, di heman salê de li Xelatên Akademiyê Oscara Rûmetê ya di Hemû Jiyanê de girtiye. Derhênerê nemir Akira Kurosawa, piştî kişandina du fîlmên xwe yên “Rhapsody in August” (1991) û “Madadayo” (1993), di sala 1998’ê de çû ser dilovaniya xwe. Piştî mirina Kurosawayî du senaryoyên wî ji aliyê derhênerên Japonyayê, Takashi Koizumi û Kei Kumai ve bi navên “After The Rain” (1999) û “The Sea is Watching” (2002) weke fîlmên sînemayê hatibûn kişandin.
Çavkanî:
*“Dünya Yönetmenlerinden Sinema Dersleri” Amadekar: Riza Oylum. Rûpel: 17. Başka Yerler Yayınları (2013)
https://en.wikipedia.org/wiki/Akira_Kurosawa
“Yüzyılın 100 Sinema Yönetmeni.” (Rûpel: 96, 97). Nivîskar: Jasper Kalldewey, Anke Stahl, Michael Venhoff, Michael Wengemann. Wergêr: Aysu Erinç û Ethem Erinç. Afa Yayınları. (1999)
“Dünya Yönetmenlerinden Sinema Dersleri” Amadekar: Riza Oylum. Başka Yerler Yayınları (2013)
“Uzakdoğu Sineması”, Beşa: Japon Sîneması. Nivîskar: Riza Oylum. Seyyah Kitap (2016)
Fîlmografîya Akira Kirosawa: https://www.imdb.com/name/nm0000041/