Hunermend Ne Mecbûr e Rastiyên Li Me Hatine Ferzkirin Di Hunera Xwe de Dubare Bike / Hevpeyivîn

Hevpeyivîna Nivîskarê Sînemayê Mistefa Dogan bi Derhêner û Sînemavanê ciwan Aram Dildar re

Aram Dildar kî ye?

Sala 1990an de li Batmanê hat dinê. Li zaningeha Marmarayê beşa sînemayê dixwîne. Di gelek karên TVyan de derhênerî û alikariya derhênerîyê kir. Bi navê “Binevş”(2009), “Tixûbên Nepenî”(2010), “Da”(2016) û “Hazirîyek bo Derengmayînê”(2018) 4 kurtefîlm kişandin. Derhênerê Ciwan Aram Dildar di hin fîlman de lîstikvanî jî kir û gelek xelat stendin.

HUNERMEND NE MECBÛR E RASTIYÊN LI ME HATINE FERZKIRIN DI HUNERA XWE DE DUBARE BIKE

Em bi pirseke klasîk dest pê bikin. Têkiliya te bi sînemayê re çawa çêbû?

“Birayekî min hebû, şanoger bû. Bi xêra wî bala min çû ser tiyatroyê. Havînan ji bo xebatê ez dihatim Stenbolê. Li vir di hin saziyan de komên şanoyên hebûn, min li wir dest bi şanoyê kir. Li Batmanê jî di hin komên amator de min şano dikir. Pişt re li lîsê, me komeke tiyatroyê ava kir. Heta sala 2007an ez bi vî awayî bi şanoyê re mijûl bûm. Lê tu caran min xwe wekî şanoger hîs nekir. Min digot; ez ne yê vî karî me.”

Li Batmanê wê demê di warê sînemayê û hemû qadên hunerê de îmkan çawa bûn?

“Piştî sala 2000an, li Batmanê festîvalên mezin çêdibûn. Resam dihatin, muzîsyen dihatin, şanoger dihatin. Heta ji min dihat ez tevlî van çalakiyan dibûm. Li Batmanê, li Sînemaya Yılmaz Güneyê hin fîlmên Kurdî dihatin nîşandan. Min fîlmên “Vodka Lemon”ê û ya “Kûsî jî Dikarin Bifirin” li wir temaşe kirin mesela. Herwiha di Roj TV’yê de jî hin fîlmên Mezopotamya Sinema û Kazım Öz derdiketin, min li wan temaşe kiribû.”

Çawa û kengî fikra kişandina fîlman li te peyda bû, dikarî piçekê behs bikî?

“Di lîseyê pê de min ji xwe re digot “sînema karê min e” û ji xeynî sînemayê min tu rê neda ber xwe. Hemû xeyalên min li ser sînemayê bûn. Pişt re min li Zanîngeha Marmarayê Beşa Sînemayê qezenc kir.

Tu hêj dixwînî?

“Belê ez hê jî xwendekarê wê beşê me. Piştî ez hatim zanîngehê têkiliya min bi edebiyata Kurdî re jî çêbû. Min dixwend. Çîroka fîlma min a “Binevş” a Arîn Zîn e. Kêfa min ji wê çîrokê re hat û min got ez ê fîlmê wê bikşînim. Kurtefîlma “Binevş”, a wisa derket meydanê.

“Binevş” yekem kurtefîlma te ye. Pişt re te “Tixubên Nepênî” kişand. Ev, di fîlmografiya Aram Dildar de, wekî fîlmekî cuda ye. “Tixûbên Nepênî” çi ye ji bo te?

“Her emir û temen, fikrên cuda tînin bi xwe re. Wê gavê ez hema li pey metaforan bûm. Ez li dû lêgerînên nû bûm, fikrên ecêb bûn ku ez serxweş kirim. “Tixûbên Nepenî” ji wê atmosferê derket.

“Da”yê riya min a derhêneriyê zelal kir

Em dikarin bêjin ku Aram Dildar bi kurtefîlma xwe ya “Da”yê hat naskirin û deng veda. Ka ji kerema xwe ji me re qala pêvajoya wê fîlmê bike?

“Pêvajoya “Da”yê ji bo min, heyameke wisa bû ku ez di valahiyekê de bûm. Tirsek ketibû dilê min. Tirsa min ew bû ku ez ê nikaribim tiştekî çêkim. Ev psîkolojî li ser min barekî giran çêdikir. Min demeke dirêj fîlm nekişand. Wê pêlê min berê xwe zêdetir da ser edebiyatê, nexasim jî Edebiyata Kurdî. Wê gavê ez di ekîba Kovara Jehrê de bûm. Tevî hevalan, min gelek serê xwe bi wê kovarê re êşand. Di vê navberê de ew hîsa ku ez ê êdî nikaribim tiştekî biafirînim, gelek li min giran kir ku êdî min nema debar kir. Di wê atmosferê de min “Da” nivîsand. Min heval civandin, hazirî kir, em çûn Batmanê û me dest bi kêşana fîlmê kir. Ji bo ez ji wê psîkolojiyê xilas bibim, min “Da” kişand. Ez dikarim bibêjim ku min riya xwe ya derhêneriyê bi vê fîlmê zelal kir. Min got; ev fîlma min e.

Reaksiyonên li ser fîlmê çawa bûn, tu niha li ser “Da”yê çi difikirî?

“Gelek kesan got; hesta di fîlmê de gelek xurt e. Ya rast ez jî dema sêr dikim hestên kûr li min peyda dibin. Helbet kêmasiyên fîlmê hene. Piştî ‘Da’yê, ez bêhtir bi xwe bawer bûm, min xwe baştir nas kir. Pişt re me ew şand festîvalan, nexasim festîvalên Kurdan. Gelek festîvalan fîlma me qebûl nekir.

Ji ber çi?

“Hîç nizanim. Ez zêde li ser nesekinîm. Min fîlm li ser înternetê belav kir. Temaşevanan gelek jê hez kir. Herwiha rexnegiran analîzên erênî kirin.

Du tişt mirov xurt dikin; fikar û hewes

Gelo piştî “Da”yê, barê te girantir nebû?

“Niha ‘endîşeyek’ heye bi min re. Ya rast em bibêjin “fikar” wê baştir li vê rewşê were. Lê ev fikara destpêkirina fîlmekî ye û normal e. Mesela niha ez ê dest bi fîlmeke nû bikim, ez difikirim gelo ez ji ku dest pê bikim, çawa bikim. Ya rast ji bo vî karî du tişt hene ku gelek muhîm in û mirov xurt dikin; yek fikar, ya din hewes. Herdu jî divê bi mirov re hebin. Ez herduyan wekî “gaz” û “firên”ê difikirim, herdu jî lazim in.

Em derbasî kurtefîlma te ya dawî bibin; Haziriyek bo Derengmayînê.” Serkarakterê te kesekî balkêş bû; şofêrekî taksiyê… Gelo fikra vê fîlmê çawa çêbû?

“Her fîlm, her fikir xwe dispêre tiştekî ku te dîtiye, an bihîstiye an xeyal kiriye. Hûn dizanin li Kurdistanê, ev mesele pir berbelav e. Gelek kes li ser navê astengdaran, extiyar an jî nexweşan raporan derdixin û otomobîlan dikirin. Mesela berê dînek an nexweşek, bargiranî bûn û her kesî li wan tehde dikir. Piştî vê meselê êdî astengdar û nexweş bi qedr û qiymet bûn. Heta hin kes dixwazin, bavên wan, kalên wan nexweş bibin û li ser wan raporan derdixin. Di vir de problema ‘ehlaq’ê dest pê dike. Fîlm jî xwe dispêre vê problemê. Gelo di rewşeke wisa de mirov divê bikesire an kêfxweş bibe.”

Tu ji aliyê ekonomîk ve çawa ji bin barê fîlman derdikevî?

“Ya rast her sê fîlmên min ewil, zêde mesref li wan neçûn lê ji bo “Haziriyek bo Derengmayinê” me pere xerc kir. Ez 4 mehan neşuxlim. Me ji bo xwarinê li Batmanê sponsorek dît. Piştî vê fîlmê tu tiştek di berîka min de nema. Heta ez deyndar jî bûm. Bi ser de ez bê kar mam. Karsazekî Batmanî alîkariya min kir, Fırat Kaya. Bi alîkariya wî ez li ser piyan mam.”

Ez vê meraq dikim. Aram Dildar dema fîlman dikşîne, dixwaze hin rewşan îdealîze bike, an rastî çi be dixwaze wê nîşan bide?

“Ez wilo bersivê bidim. Vêga ez li Diyarbekirê fîlmekê bikşînim; lazim e karakter ji sedî 80yî bi Tirkî bipeyvin. Ev rastî ye. Lê gelo ev rastî, rastiya me ye? Heke em ne civakeke bindest bûna, rastiya me dê ev bûya? Na! Ev, rastiyeke ku li me hatiye ferzkirin e. Hunera me ne hewce ye vê qebûl bike û wan di hunera xwe de dubare bike. Loma jî lazim e em hin tiştan îdealîze bike. Nexasim di meseleya zimên de.”

Te di roportajeke xwe de qala nebûna îmkanên temaşekirina fîlmên Kurdî kiribû, dikarî vê piçekê rave bikî?

“Divê em vê rasterast bibêjin; bingeha hemû probleman, nebûna azadiyê ye. Hebûna salonên sînemayê jî bi meseleya azadiyê re girêdayî ye. Lê salon hebin jî mesele bîr û perspektîf e. Li ser meselê; niha Başûrê Kurdistanê nîv-dewletek e. Lê gelo em dikarin li wir fîlmeke ji bakur bidin nîşandan, nexêr. Fikreke neteweyî tune ye. Mesele hinek jî ev e.

Te behsa netewebûnê kir. Sînemayeke netewî ya Kurdan heye?

“Heke statuyeke siyasî ya Kurdistanê hebûya, hemû fîlmên li welatê Kurdan hatine kişandin wê biketa bin banê “sînemaya Kurdî.” Sînemaya neteweyî jî wisa çêdibe û bi pêş dikeve. Lazim e statuya te hebe, saziyên te hebin ku navekî te hebe.”

Bi pirseke klasîk me dest pê kiribû, em bi pirseke klasîk vê roportajê biqedînin? Aram Dildar, piranî ji kîjan derhêneran hez dike?

“Helbet gelek in lê ez çend navan bêjim; Akîra kurosawa, Andrey Zvyagintsev, Abbas Kiyarustemî…”

Hevpeyivîn: Mistefa Dogan

Sînemaya Serbixwe www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir