“I Have Electric Dreams” ji Festîvala Fîlman a Selanîkê Xelata ‘Îskendera Zêrîn’ girt
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Selanîkê îsal di navbera rojên 3-13ê Mijdarê de cara 63emîn derket li pêşberî sînemahezan. Fîlmê derhêner û nivîskara Kosta Rîkayî Valentina Maurel “I Have Electric Dreams” ji bernameya festîvalê Xelatên “Îskendera Zêrîn” û “Lîstikvanê Herî Serkertî” girt ku xelata “Îskendera Zêrîn” her sal ji bo bîranîna derhênerê mezin ê sînemaya Yewnanistanê Theodoros Angelopoulosî tê dayîn û li festîvalê fîlmên metrajdirêj têne xelatkirin.
“I Have Electric Dreams” di heman demê de yekem fîlmê metrajdirêj e ku ji aliyê Valentina Maurel ve hatiye kêşandin. Fîlm, qala jiyana Evayê dike ku dê û bavê ji hev qetiya ne. Fîlmê “I Have Electric Dreams” ji Festîvala Fîlman a Locarnoyê Xelatên “Derhênera Herî Serketî”, “Lîstikvana Herî Serketî” û “Lîstikvanê Herî Serketî” û ji Festîvala Fîlman a San Sebastiánê Xelata Horizonsê girtine.
Jurîya navneteweyî ya festîvalê îsal ji çêker Nicolas Selis, nivîskar-derhêner Tomasz Wasilewski û Penny Panagiotopoulou ve pêk hat.
63emîn Xelatên Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Selanîkê:
“Theo Angelopoulos” – Fîlmê Metrajdirêj ê Herî Serketî (Xelata Îskendera Zêrîn): Valentina Maurel
Îskendara Zîvîn – Xelata Taybet a Jurîyê – A Piece of Sky: Michael Koch
Îskendera Bronz – Derhênera Herî Serketî – Plan 75: Chie Hayakawa
Lîstikvana Herî Serketî: Rosy McEwen – Blue Jean
Lîstikvanê Herî Serketî: Reinaldo Amien Gutiérrez – I Have Electric Dreams
Serketina Hunerî ya Herî Serketî: The Dam – Ali Cherri
Fîlmê Berçav: Narcosis – Martijn de Jong
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com