IDFA’yê deriyê 300 belgefîlman vekir
Festîvala Belgefîlman a Amsterdamê (IDFA) li dinyayê yek ji festîvala mezin a belgefîlman e. Heta niha bi hezaran belgefîlm di çarçoveya festîvalê de hatine nîşandayîn û ketine arşîva festîvalê. Ketê arşîvê lê kes nikare xwe bigihîne wan. Niha IDFA’yê 300 heb ji wan ji bo temaşekirinê pêşkêş kir. Yên bixwazin dikarin ji ser lînka malpera festîvalê re li wan temaşe bike.
Di nav 300 belgefîlmên ku IDFA’yê deriyên wan vekir didu jê yên derhênerên kurd in. Belgefîlmê derhêner Kazim Oz “Şewaşan” û belgefîlmê Orhan Eskikoy, Ozgur Dogan “Du ziman û baholek” jî di nav van de hatine pêşkêş kirin.
Serdema IDFA’yê
Li aliyê din IDFA îsal di navbera 18-29’ê sermawezê de dê 33’yemîn car li dar bikeve. Yên mu bixwazin berhemên xwe ji bo wan bişînin dema serîlêdanê dest pê kiriye. Fîlmên ku piştî 1’ê gelawêja 2019’an heta 1’ê gulana 2020’an hatine kişandine dikarin beşdar bibin. Dema serîlêdanê heta 1’ê tirmeha 2020’an didome.
Ji bo kesên bixwazin lê temaşe bikin va ne lînk:
Lînka hemû belgefîlman:
Lînka:
– Şewaxan
Lînka:
– Du ziman û baholek
Çavkanî: www.Diyarname.com
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com