Ildîko Enyedî û Lav Dîaz tên li Stenbolê

10emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Bogazîçîyê îsal di navbera 21-28ê Cotmehê de li dar dikeve ku di çarçoveya festîvalê de derhênerên navdar Ildîko Enyedî û Lav Dîaz weke mêvanên rûmetê tên li Stenbolê û wê xebatên masterlassê pêk bînin.

li Festîvala Fîlman a Bogazîçîyê îsal nîşandayîna berhevokên sînemaya cîhanê, polên hostetî û hevpeyvînên derhêneran derdikevin li pêşberî sînemayê. Derhênerên navdar ên sînemayê Ildîko Enyedî û Lav Dîaz jî weke mêvan tên Stenbolê.

Di roja destpêka derhênerê de Xelata Rûmetê dê bidin li derhênerê Filîpînî Lav Dîaz û dê ji bo sînemahezan xebata masterclassê pêk bîne. Derhêner, helbestvan, lîstikvan û bestekar Dîaz di sala 2016ê bi fîlmê xwe yê “The Woman Who Left” re ji Festîvala Fîlman a Venedîkê Xelata Şêrê Zêrîn girtibû û bi fîlmên xwe yên wekî “Serafin Geronimo: The Criminal of Barrio Concepcion, Jesus the Revolutionary, Season of the Devil, Butterflies Have No Memories, From What is Before ve tê naskirin. Lav Dîaz fîlmên dirêj û reş-spî dikişîne, muzîk û helbestên wî di fîlmên wî de cih digirin û fîlmê wî yê herî dawî yê bi navê “When The Waves Are Gone” promîyera xwe li 79emîn Festîvala Fîlman a Venedîkê kir.

Di roja dawî ya festîvalê de Xelata Rûmetê dê bidin derhênerê Macerîstanî Ildîko Enyedî û wê dê ji bo temaşevanên sînemayê xebata masterclassê pêk bîne. Derhêner û senarîsta navdar Enyedî bi fîlmê xwe yê “On Body and Soul” re ji bernameya 67emîn Festîvala Fîlman a Berlînê Xelata “Hirça Zêrîn” girt û zimanekî resen û derasayî anîye li Sînemaya Macerîstanê. Di fîlmên Ildîko Enyedî de mijarên pevxistina zanistî, efsûnî û çîrokên mîtolojîya gelê Yewnan cih digirin û derhêner bi fîlmê xwe yê metrajdirêj ê “Az én XX. Századom” re li Festîvala Fîlman a Cannesê Xelata “Kameraya Zêrîn” girtibû. Derhênera xelatgirtî Enyedî bi fîlmên xwe yên wekî “Vakond”, “Az én XX. századom”, “Büvös Vadasz”, “Tamás és Juli”, “Testről és lélekről”, “Ony Body and Soul” û “Feleségem története” ve tê naskirin.

Festîvala Fîlman a Bogazîçîyê bi piştgirîya Gerînendetîya Giştî ya Sînemayê ya Wezarata Çand û Turîzmê ve tê lidarxistin.

Ji bo agahî û bernameya festîvalê:

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: