“Indiana Jones and the Dial of Destiny” li gîşeya Amerîkayê bi ser ket

Daneyên dawî yên gîşeya DYAyê hate eşkerkirin. Fîlmê derhênerê navdar James Mangoldî yê bi navê “Indiana Jones and the Dial of Destiny” di navbera 30ê Pûşberê û 2yê Tîrmehê de li sînemayên Amerîkayê bû yekemîn û di bi tenê sê rojan de gihîşt 60 milyon dolarî. Fîlmê dawî yê rêzeya Indiana Jonesê di 30ê Pûşberê de ket vîzyonê û tê de lîstikvanên wekî Harrison Ford, Phoebe Waller-Bridge, Mads Mikkelsen, Boyd Holbrook, Antonio Banderas, Shaunette Renee Wilson, Thomas Kretschmann û Toby Jones dilîzin. Senaryoya fîlmê ji alîyê David Koepp, Jez Butterworth, John-Henry Butterworth, James Mangold ve hate nivîsîn.

Li gorî daneyên dawî yên gîşeya DYAyê, di dawîya hefteyê de fîlmê “Spider-Man: Across the Spider-Verse” bû duyemîn û “Elemental” jî di rêza sêyemîn de cihê xwe girt.

Daneyên Gîşe yên Amerîkayê (30ê Pûşberê û 2yê Tîrmehê, 2023)

1- Indiana Jones and the Dial of Destiny | 60 milyon dolar

2- Spider-Man: Across the Spider-Verse | 11,5 milyon dolar

3- Elemental | 11,3 milyon dolar

4- No Hard Feelings | 7,5 milyon dolar

5- Transformers: Rise of the Beasts | 7 milyon dolar

Çavkanî: Box Office

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: