Ji “Amsterdam”ê fragmaneke nû hate parvekirin
Fîlmê derhênerê hoste David O. Russell yê “Amsterdam” di salên 1930an de derbas dibe û li ser bûyera kuştinekê disekine ku senaryoya fîlmê David O. Russell bi xwe nivîsîye.
Ji fîlmê “Amsterdam” fragmaneke kurt a nû li kanala Youtubeê ya ONE Mediayê weşandine. Christian Bale, Margot Robbie û John David Washington di fîlmê de weke serlîstikvan cih girtine.
Fîlm, ji mijareke rastîn îlhama xwe digire û çîroka sê hevalên ku di nav lêpirsîna bûyera kuştinekê de mane tîne li ber perdeya sînemayê.
Lîstikvanên sînemayê yên wekî; Margot Robbie, Anya Taylor-Joy, Robert De Niro, Christian Bale, John David Washington, Rami Malek, Zoe Saldana, New Regency, Chris Rock, Taylor Swift di fîlmê de dilîzin. Di meha Tîrmehê de ji fîlmê fragmana yekem hatibû parvekirin. Fîlm, bi çêkerîya David O. Russell, Christian Bale, Arnon Milchan, Matthew Budman, Anthony Katagas û bi çêkerîyên rêveber ên Yariv Milchan, Michael Schaefer û Sam Hanson ve hate kişandin ku dê di 4ê meha Mijdarê de bikeve li vîzyonê.
Derhêner David O. Russell li seranserê cîhanê bi gelek fîlmên xwe yên wekî; “The Fighter” ve “American Hustle” ve tê naskirin.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com