Ji Angelina Jolie ji bo fîlmê “Hawa, Meryem, Eyşa” piştgirî
Fîlmê “Hawa, Meryem, Eyşa” (Hava, Maryam, Ayesha) ku ji derhênera Efxanistanî Sahraa Karîmî ve hatiye kişadin, di çarçoveya 76’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Venedîkê de hate nîşandan. Lîstikvana navdar Angelina Jolie bi peyameke nivîskî piştgirî da li fîlmê “Hawa, Meryem, Eyşa”.
Lîstikvan navdar Angelina Jolie di peyama xwe ya li Galaya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Venedîkê şandiye de, qala rewş û mercên keç û jinên Efxanistanê yên îroyîn kir û got; “Ev fîlm li dijî derketina lehiyê ye.”
Sernaryoya fîlmê Efxanistanê “Hawa, Meryem, Eyşa” ji aliyê Sahraa Karîmî, Samî Hasîb Nabîzada ve hatiye nivîsandin û fîlm di bernameya 26’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Guzika Zêrîn a Edeneyê bêne nîşandan
Çavkanî: Gazete Duvar
Navenda Nûçe: Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com