Ji anîmasyonê “Soul”ê fragmana nû hat weşandin

Ji fîlmê anîmasyonê “Soul”ê fragmana nû li ser Youtubeê hat weşandin û dê di meha Mijdarê de bikeve vîzyonê.

Li gorî nûçeya ku di malpera Varietyê de cih digire, ji fîlmê anîmasyonê yê bi navê “Soul”ê fragmana nû hat weşandin. Derhêneriya fîlmê anîmasyonê Pete Docterî dike û û senaryoya wê Kemp Powersî nivîsandiye. Di fîlmê de Jamie Foxx, Tina Fey, Daveed Diggs, Questlove û Phylicia Rashadê bi dengên xwe cih girtine û qala jiyan û xiyala mamosteyê muzîk ê bi navê Joe Gardnerî dike û projeya şîrketa Pixarê ye.

Dîroka vîzyonê ya fîlmê ji ber vîrusa koronayê hatibû bipaşxistin û hat ragihandin ku fîlmê anîmasyonê “Soul”ê dê di 20’ê meha Mijdarê de bikeve vîzyonê.

Derhêner û çêker Pete Docterî bi fîlmên anîmasyonê wekî “Up” û “Inside Out” derketîbû li pêşberî temaşevanên zarokan.

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: