Ji belgefîlma “Bavê Kuçikan” fragman hate weşandin
Belgefîlma “Bavê Kuçikan” ya derhênerê kurd Xêrî Alanî li ser jiyana Şabanê ku li bajarê Wanê dijî û bi minêkarî heywanên kolanê xwedî dike, disekine. Ji belgefîlma yekem a Xêrî Alanî fragman hate weşandin.
“Bavê Kuçikan” (Köpekçi / The Dog God) li Wanê ji aliyê derhêner Xêrî Alan ve hate kişandin û ji belgefîlmê fragmana yekem hate weşandin. Belgefîlm, li ser çîroka jiyana Şabanê ku li bajarê Wanê dijî û heywanên kolanê xwedî dike, disekine.
Belgefîlma “Bavê Kuçikan” bi derhênerî û çêkeriya derhêner Xêrî Alanî hate kişandin. Di herîkina belgefîlmê de, dîmenên xweş ên demsala zivistanê ya bajarê Wanê jî xuya dibin, sînemavanê ciwan Azad Turk weke derhênerê dîmenê cih digire ku wî di heman demê de derhênerê dîmenê ya belgefîlma “Geç Gelen Bahar”ê bû. Belgefîlm, di bernameya gelek festîvalên fîlman de bête nîşan dayîn.
Çîroka belgefîlma “Bavê Kuçikan”: Şaban li Wanê dijî ji heywanan pir hez dike û kolan bi kolan digerîne û bi minêkarî heywanên kolanê xwedî dike. Ji mala xwe, derdora xwe û ciranên xwe ji bo heywanên ku li derve dijîn, xwarin kom dike.
“Bavê Kuçikan” yekem belgefîlma Xêrî Alanî ye û derhêner, çêkerê belgefîlma bi navê “Geç Gelen Bahar” (Late Spring) bû. Belgefîlma “Geç Gelen Bahar” di sala 2016ê de ji aliyê derhênera sînemayê yê Fuat Demirhan ve hate kişandin ku qala jiyan û têkoşîna malbateke penaber dike û rêwîtiya wan nîşan dide.
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com