Ji belgefîlma “For Justice” fragman hate weşandin
Ji belgefîlma derhênera kurd Elîf Yîgîtê ya “For Justice” (Ji bo Edaletê, 2022) fragmana yekem hate weşandin. Belgefîlm, qala lêgerîna edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê dike ku hevjînê wê di êrişekê de hate kuştin û kurekî wê jî hatiye girtin.
Derhêner Elîf Yîgît di sala 2020ê de yekem belgefîlma xwe ya dirêj a bi navê “Heskîf”ê kişand ku behsa pêvajoya bendava Heskîfê dike. “Heskîf” heta niha Festîvalên Fîlman ên Duhok, Stenbol, Berlîn, Fîlmên Jinan Uçan Supurge, Defneya Zêrîn a Antaqya, Golden Treee Documentary, Documentarist Istanbul, Babel jî tê de di bernameya gelek festîvalên fîlman ên navneteweyî de hate nîşandayîn.
Fîlmên din ên Elîf Yîgîtê: Çand û Jiyan – Dengbêj (Belgefîlm), Lîstikên Bê Sînor (Kurtefîlm), Ken (Belgefîlm).
Wêne: Dokuz 8 Haber
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com