Ji belgefîlma “Robert Downey Sr.” fragmana yekem hat

Belgefîlma “Robert Downey Sr.” bi çêkerîya The Team Downeyê, Downey Jr., Susan Downey, Emily Barclay Ford û Kevin Fordî û ji aliyê Chris Smith ve hate kişandin ku li ser jiyana lîstikvan, senarîst, derhêner û çêkerê fîlman a Amerîkayî Robert Downey Sr. disekine. Sînemagerê navdar Robert Downey Sr. di Tîrmeha 2021ê di 85 saliya xwe de jiyana xwe ji dest dabû. Belgefîlm, di 18ê mehê de li ser Netflixê hate weşandin.

Robert Downey Sr. derhênerîya gelek fîlmên klasîk ên sînemaya Amerîkayê kirin. Belgefîlma “Robert Downey Sr. jiyan û xebatên wî vedikole ku di heman demê de afirînerîya wî, têkîliya wî ya bi kurê wî û trawmaya di navbera nifşan de dide der. Kurê wî lîstikvan û çêkerê fîlman Robert Downey Jr. xelatgirê Xelatên BAFTA û Gilovera Zêrîn e û bi fîlmên xwe yên wekî Natural Born Killers, Sherlock Holmes, Good Night, and Good Luck, Kiss Kiss Bang Bang, Zodiac û Iron Man ve tê naskirin.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: