Ji belgefîlmê “Occupied City”ê fragman hate weşandin
Derhênerê navdar ê Holendayî Steve McQueen bi fîlmên xwe yê “12 Years s Slave” re ji Xelatên Oscarê (Akademî) xelata ‘Fîlmê Herî Serketî’ girtibû. Sînemager, bi “Occupied City” re ji nû ve derdikeve li pêşberî temaşevanên xwe û ji belgefîlmê fragman li ser hesabê pargîdanîya fîlman a A24ê hate weşandin. Belgefîlm dê di 25ê meha Berfanbarê de bikeve vîzyonê.
Belgefîlmê McQueenî, ji alîyekî li ser dîroka Amsterdama Holendayê ya di bin dagirkeriya Nazîyan de ye disekine, ji alîyekî ve jî li ser dema pandemîyê û tevgerên civakî yên serdema me vedikole. Derhêner, îlhama xwe ji pirtûka hevsera xwe Bianca Stigteyê ya bi navê “Atlas of an Occupied City” (Amsterdam 1940-1945) girtiye. Bianca Stigte, him senaryoya belgefîlmê nivîsand him jî tê de weke çêker cî girt.
“Occupied City” bi vebêjîya Melanie Hyamsê qala salên 1940an ên Amsterdama Holendayê ya di bin dagirkeriya Nazîyan de ye dike, çîrokên xembar ên civaka Cihûyan û jiyana rojane ya Amsterdamê tîne li ser perdeya spî. Belgefîlm, di navbera rabirdû û îro de têkilîyek saz dike.
Belgefîlmê “Occupied City” li bernemayên Festîvalên Fîlman ên Cannes, Telluride û New Yorkê hate nîşandayîn û bi çêkerîya A24, New Regency û Film4ê hatîye kêşandin. Hate ragihandin ku wê di 25ê Berfanbarê de li DYAyê bikeve vîzyonê.
Steve McQueen bi fîlmên xwe yên wekî; “Shame”, “Widows”, “12 Years a Slave”, “Mangrove”, “Hunger”, “Lovers Rock”, “Red, White and Blue”, “Education” ve tê naskirin.
Çavkanî: Film Hafızası
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com