Ji belgefîlmê “Stanley Kubrick”ê fragmana yekem hat
Ji belgefîlmê “Kubrick by Kubrick“ê ku ji aliyê sînemavanê navdar Gregory Monro ve hatiye amadekirin, fragmana yekem hat weşandin. Belgefîlm, ji heyvpeyvînên ku 30 salan e bi derhênerê navdar ê cîhanê Stanley Kubrick re hatibûn kirin, pêk tê û tê de derhêner, qala çîrokên hin fîlmên xwe dike.
Li gorî nûçeya ku di malpera kovara Altyazı’yê de hate weşandin, ji belgefîlmê bi navê “Kubrick by Kubrick“ê ku ji aliyê Grégory Monro ve hatiye amadekirin, fragmana yekem hat weşandin. Belgefîlmê Stanley Kubrick, ji heyvpeyvînên rexnegirê fransiz Michel Cementî ku 30 salan e bi derhênerê navdar Kubrick re hatibûn kirin, pêk tê û tê de derhêner qala çîrokên hin fîlmên xwe dike û dîmenên ku li mala wî û ji setên fîlman hatine kişandin, derdikevin li pêşberî sînemahezan. Gregory Monro, bi belgefîlmên xwe yên jînenîgariyî (biyografîk) ve tê naskirin.
Belgefîlmê “Kubrick by Kubrick” di bernameya Festîvala Fîlman a Tribecayê hatiba nîşandan û lê ji ber nesaxiya vîrusa Coronayê nîşandayîna belgefîlmê hat taloqkirin.
Derhênerê navdar ê cîhanê Stanley Kubrick li seranserê dinyayê bi fîlmên xwe yên wekî “The Shining, (1980), “A Clockwork Orange” (1971), “Eyes Wide Shut” (1999), “2001: A Space Odyssey” (1968), “Dr. Strangelove” (1964), “Full Metal Jacket” (1987), “Barry Lyndon” (1975), “Paths of Glory” (1957), “Spartacus” (1960) ve tê naskirin.
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com