Ji belgefîlmê “Wergerandina Ulyssesê” fragman û sewyan hatin weşandin

“Wergerandina Ulyssesê” (Translating Ulysses) ji alîyê nivîskarên sînemayê Aylîn Kuryel û Firat Yucel ve hate kêşandin û ji belgefîlmê fragmana yekem li ser platforma Vimeoyê parvekirin. “Wergerandina Ulyssesê” li ser pêvajoya wergerandina “Ulysess”ê disekine.

Berhema wêjekarê navdar ê Îrlandayê James Joyceyî ya “Ulysses” ji bo wêjeya cîhanê romaneke gelek girîng e ku ji alîyê wergêr û nivîskarê kurd Kawa Nemir ve ji bo Kurdîya Kurmancî hate wergerandin û di Adara 2023yê de ji Weşanên Avestayê derket li pêşberî wêjehezan. Çapa taybet a “Ulysses”ê jî hate weşandin.

Belgefîlmê “Wergerandina Ulyssesê” li ser pêvajoya wergerandina romana “Ulysess”ê disekine ku ji belgefîlmê fragman û sewyan (afiş) hatin weşandin. Hate ragihandin ku rêwîtiya festîvalan ya belgefîlmê destpê kiriye û dê di demeke nêz de bikeve vîzyonê. Belgefîlm, di der barê “Ulysess” a Kurmancîyê de ye ku bi çêkerîya Ozgur Dogan, Aylîn Kuryel û Firat Yucel ve hate kêşandin û afîşa belgefîlmê jî nivîskarê kurd Şener Ozmen sêwirandiye.

“Wergerandina Ulyssesê” wê di 8 Gulanê de li 38emîn Festîvala Belgefîlman a Navneteweyî ya Munchenê bê nîşandayîn. Guhertoya (varyant) kurt a belgefîlmê ya bi navê “Tiştê Ku Di Her Tiştî Re Derbas Dibe” (The Thing that Goes Through Everything) sala par li Dublina Îrlandayê ji Festîvala Fîlman a Bloomsdayê Xelata Baştirîn girtibû. 

Nivîskar û wergerê kurd Kawa Nemir gelek berhemên xwe weşandine û heta niha berhemên wêjekar û şanonûsê hoste yê cîhanê William Shakespeare jî têde bi hezaran helbestên nivîskarên navdar ên wêjeya cîhanê wergerandine ji bo Kurdîya Kurmancî.

 

Çêkera fîlman Aylîn Kuryel û nivîskarê sînemayê Firat Yucel, di sala 2019ê de bi hev re belgefîlmê bi navê “Baştan Başa” (Heads and Tails) kişandin ku belgefîlmê wan di bernameya gelek festîvalên fîlman ên navneteweyî de derket li pêşberî temaşevanên sînemayê û ji beşa Pêşbazîya Belgefîlma Neteweyî ya 38emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê Xelata Mansîyonê wergirt. Ji sala 2019ê û bi vir de li ser belgefîlmê “Wergerandina Ulyssesê” dixebitin.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir