Ji bo 100’emîn rojbûna xêzkarê hoste Stan Lee belgefîlmekî tê amadekirin

Kompaniya Marvel ji bo 100’emîn salvegera rojbûna Stan Lee belgefîlmekî dikişîne.

Xêzkarê navdar Stan Lee roja 28’ê berfanbara 1922’yan de li Manhattana New Yorka DYA’yê hatiye dinê. Xêzkar roja 12’ê semaweza 2018’n mir.

Stan Lee di jiyana xwe de karakterên populer ên wekî Spider-Man, X-Men, Iron Man, Thor, Hulk, Black Widow, Çarên Fantastîk, Panterê Reş, Daredevil, Doktor Strange, Scarlet Witch û Ant-Man afirandibûn. Xêz ji Marvelê derketibûn. Stan Lee ku Marvel anîbû vê astê, niha Marvel xwedî li bîranîna wî derdikeve.

Marvelê ragihand ku ji bo 100’emîn rojbûna wî ew dê belgefîlmekî bikişînin.

Belgefîlmê li ser jiyana wî sala pêşiya me dê temam bibe û bê nîşandayîn

Marvel di her fîlmî de dîmeke Stan  Lee nîşan dide û bi vî awayî wî rûmetdar dike

29.12.2022

Çavkanî: Diyarname

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir