Ji bo fîlmê “The Batman 2” dest bi amadehîyan kirin

Hate ragihandin ku ji bo “The Batman 2” dest bi amadehîyan kirine û senaryoya fîlmê dê ji aliyê Matt Reeves û Mattson Tomlin ve bê nivîsandin.

Di fîlmê yekem a The Batmanê de Robert Pattinson bi rola Batman re derketibû li pêşberî temerşavanan. Hêj ji pargîdanîya fîlman a Warner Brosê daxuyanîyeke fermî nehatiye weşandin.

Tê texmîn kirin ku fîlmê nû jî dê ji aliyê Matt Reeves ve bê kişandin û Matt Reeves û Mattson Tomlin dê di projeya fîlmê de weke senarîst cih bigirin.

Çavkanî: Sinefesto

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

%d blogcu bunu beğendi: